Ocalan garantiya pêvajoyê ye

Çarşem 4 Hezîran 2025 - 03:05

Parêzer Ezio Menzione anî ziman ku divê dewleta Tirk gavê biavêje û got,"Birêz Ocalan garantiya vê pêvajoyê ye. Divê tavilê bê berdan."

Piştî banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku 27'ê Sibatê hate kirin, PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn lidar xist û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di asta dîrokî de biryar wergirt. Biryarên kongreyê hîn jî li qada navneteweyî deng vedide. Di nirxandinan de yên li nava raya giştî ya navneteweyî hatin kirin, biryarên PKK'ê bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin; ev gava dîrokî ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk divê ji aliyê dewleta Tirk ve bi rengekî cidî bê nirxandin.

Ji parêzerên naskirî yên Îtalyayê Ezio Menzione li ser mijarê axivî.

Parêzer Menzione anî ziman ku biryarên kongreya PKK'ê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gelekî erênî ye û diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan li hemberî vê yekê divê gavên şênber biavêje.

Parêzer Mezione got, "Bi dîtina min biryarên kongreya PKK'ê gelekî erênî ne. Dem hatibû ku têkoşîna çekdarî derbasî têkoşîna siyasî bibe. Êdî dema têkoşîna siyasî ye. Ez li bendê bûm ku weke Serokkomarê temamiya welêt gotinê şênber ên li gorî daxuyaniya kongreyê bikira. Û li bendê bûm ku hikumeta Tirk jî di heman çarçoveyê de gavan biavêje."

Parêzer Menzione bi bîr xist ku li gel biryarên kongreyê yên PKK'ê jî Rêber Apo hîn dîlgirtî ye, ev yek ne ya qebûlkirinê ye û got, "Birêz Ocalan garantiya vê pêvajoyê ye. Divê tavilê bê berdan." Parêzer Menzione bi dewamî got, "Li gel pêvajoyê jî şert û mercên ku Birêz Ocalan lê têne ragirtin bi rastî jî li ti pîvaneke medenî nayê. Ev rewş li welatekî din nîne. Ne tiştekî asayî ye ku 26 salan tecrîdkirî be. Bi dîtina min, meseleya esasî rewşa Birêz Ocalan e. Yek ji du çalakiyên ku ji hikumeta Tirk hêvî dikim, berdana bi lez a Ocalan e. Ji ber ku tenê Ocalan dikare garantî bike ku biryara Kongreyê bi ser bixîne. Tenê Ocalan xwedî wî mejî, wêrekî û hevsengiyê ye ku pêşengiyê ji pêvajoya fesixkirinê re bike ku kongreyê biryar li ser da. Lewma azadiya Birêz Ocalan divê di nava çend rojan de tavilê pêk were."

Parêzer Menzione destnîşan kir ku Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) divê êdî helwesta xwe ya li hemberî PKK'ê biguherînin û got, "Biryara Ewropayê ya têkildarî PKK'ê piştî helwesta DYE'yê hate dayin. Niha divê saziyên Ewropayê helwesta xwe ya li hemberî PKK'ê yanî PKK a berê biguherînin. Ji ber ku ev rêxistinî wê bi dawî bibe, wê veguhere rastiyeke berê. Êdî avaniyeke aştiyane li pêşberî wan e ku Kurdan temsîl dike."

 ANF/ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.