Ocalan fîlozofekî pêşeng e

În 23 Sibat 2024 - 00:36

SERKAN DEMÎREL / ANF / BRÛKSEL

Siyasetmedarê Îtalyayê û wezîrê piştevaniya civakî yê berê Paolo Ferrero têkildarî tecrîda li Îmraliyê û pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ ji ANF’ê re axivî. Paolo Ferrero tecrîda li Îmraliyê weke bêhiqûqî bi nav kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê re hewl dide, fikrên Ocalan ji holê rabike û wiha got:’’Ez difikirim ku sedema tecrîdê pir zelal e. Abdullah Ocalan ramanger, rewşenbîr, şoreşger û fîlozofekî Kurd ê pêşeng e. Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze fikrên Abdullah Ocalan ji holê rabike.’’ Ferrero axaftina xwe wihadewam kir:’’Tecrîda ku dewleta Tirk li ser Ocalan ferz dike, dişibe pêkanînên desthilatdariya faşîst a Îtalyayê Mûsolînî ya li dijî nivîskar, teorîsyen û rêberê şoreşger ê Îtalyayê Antonio Gramscî kiribû. Ji bo Ocalan nekaribe serbest tevbigere an jî bifikire, van pêkanînan li ser ferz dikin.’’

Azadiya Ocalan meseleyeke civakî ye

Paolo Ferrero anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan di çareseriya meseleya Kurd de xwedî girîngiyeke sereke ye û got:“Abdullah Ocalan ji bo meseleya Kurd, çareseriya siyasî û aştiyane pêşniyar dike. Ji bo çareseriya pirsgirêkeke wiha azadiya Abdullah Ocalan wê bibe gava yekemîn. Li ser vê bingehê azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ferdî, meseleya civakî ye.” Paolo Ferrero bal bire ser girîngiya paradîgmayên Abdullah Ocalan ên ku xwe dispêre civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê û got:"Abdullah Ocalan Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike. Ev tê wateya demokrasiya rasteqîn û gelan, bi taybetî jî ya jinan. Li gorî min fikrên Abdullah Ocalan Marksîzma niha ye.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.