Ocalan divê azad be

Yekşem 27 Îlon 2020 - 23:02

  • Dr. Kawe Mehmûd xwest ji bo PKK ji nava lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin û ji bo azadiya Ocalan bêhtir hewl bê dayîn. Wî got halê ahzir miameleyeke wisa bi xelkê Kerkûkê tê kirin, weke ku dagirkirî be.

FERMAN MUHAMMED
HEWLÊR

Sekreterî Giştî Hizbî Şu'î Kurdistan (Partiya Komunîst a Kurdistanê) Dr. Kawe Mehmûd, di hevpeyvînekê de ji me re got, "Ocalan serokekî siyasî yê diyar ê tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ye û divê azad bibe." Wî li ser helwêsta aliyên Başûr li Kerkûkê got, nebûna yekrêziya siyaseta Kurd kir ku Kerkûk û navçeyên din bikevin rewşeke dagirkirî.
Sekreterî Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawe Mehmûd got, "Ocalan serokekî siyasî yê diyar ê tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ye û divê azad bibe.
Wî xwest hewldan hemû ji bo wê yekê bin ku zext li welatên dinyayê bê kirin da ku ew jî ji bo azadiya Ocalan hewl bidin. Dr. Kawe Mehmûd ji civaka navneteweyî jî xwest weke serokekî miamele bi ocalan re bike ku dagirkeran ew kiriye zindanê.
Dr. Kawe Mehmûd li ser qedexekirin û di lîsteyên rêxistinên terorîst de bicihkirina navê PKKʼê jî got, "PKK partiyeke siyasî û şoreşgerî ya miletê Kurd e, û mafê gelan diparêze, divê bêhtir kar bê kirin da ku ji lîsteya rêxistinên terorîst navê wê bê derxistin." Wî bi bîr xist ku zirhêzan bi neheqî navê wê li vê lîsteyê nivîsandiye.

Erdogan bi êrişan qeyranê vedişêre
Dr. Kawe Mehmûd êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê jî wiha nirxand: "Êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê di çarçoveya siyaseta Erdogan a belavbûna li Rojhilata Navîn de dide der; ev siyaset jî ji bo sergirtina qeyran û şikestên navxweyî tê kirin. Ev jî, qeyrana aborî, nebûna azadî û demokrasiyê û çaresernekirina doza rewa ya miletê Kurd li Bakurê Kurdistanê ne. Ji ber vê Erdogan derî hemû dadan, dixwaze vê qeyranê bi rêya êriş û aloziyan veşêre."
Dr. Kawe Mehmûd li ser erk û berpirsiyariyên aliyên Başûrê Kurdistanê jî peyivî û got, "Partiya Komunîst a Kurdistanê timî li ber dagirkeriyê û êrişên dewleta Tirk rabûye. Lê belê hin aliyên li Başûrê Kurdistanê helwêstê li dijî êrişên dewleta Tirk ji ber berjewendiyên xwe nîşan nadin. Heger hebe jî ev helwêsteke şermokî ye ya bi çend beyanên hikûmeta herêmê ku qet naxwaze destketiyên herêmê biparêze."

Li pêşiya xelkê nebin kelem
Dr. Kawe Mehmûd li ser vê meseleyê got, erkeke mezin dikeve ser milê civaka navnetweyî jî. Ew jî ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî miletê Kurd berpirsiyar e û helwêsta wê ya beramberî êrişan qels e. Wî wekî din got, girîng e raya giştî ya cîhanî destekê bide miletê Kurd.
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawe Mehmûd wekî din got, nabe ku partiyên desthilatê pêşiyê li milet bigirin, gava milet nerazîbûna xwe ji van êrişan nîşan bide: "Eger ev aliyên hanê kêfa wan ji vê erka wan re nayê jî, pêwîst e qet nebe rê li civakê negirin."
Bi ya Dr. Kawe Mehmûd haya Bexdayê ji êrişên dewleta Tirk heye û beyanên wê yên nerazîbûnê jî tenê hema welê ne.

 

Kerkûk weke dagirkirî be

Li ser wan deverên Kurd ên ne di bin hukmê herêma Kurdistanê de yên weke Kerkûkê, Dr. Kawe Mehmûd got, “Li Kerkûk û navçeyên din, weke ku dagirkirî bin miamele bi xelkê re tê kirin. Û niha jî meseleya ‘erebkirinê´ dewam dike." Weke delîla vê dagirkeriyê jî wî îşaret bi dagirkirina zevî û erdên cotyarên li Kerkûk û navçeyên din kir.
Bi ya Dr. Kawe Mehmûd, di rewşa dawî ya Kerkûkê û navçeyên din de rola dewleta Tirk û Îranê gelek e. Wî got, sedema vê rewşê jî nebûna yekîtiya siyaseta Kurd û hevbeşiya aliyan e ku nekarîne miameleyeke dirust bi rewşa heyî re bikin û vê jî rewşa heyî li Kerkûk û navçeyên din afirandiye.
Dewleta Tirk û Îran wê bi ti awayî destûrê nedin ku xala 140 a destûra Iraqê bê bicihanîn û Kerkûk li îdareya Kurdî vegere.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.