‘Ocalan di ruh û wijdana me de ye’

Çarşem 6 Cotmeh 2021 - 01:15

Helbestvanê Kurd Salih Bêçar li ser kampanyaya azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyivî. Salih Bêçar dibêje, ‘’Felsefe, bîr û baweriya wî nayê girtin, li cem me Ocalan azade, di ruh û wijdana me de ye.’’ Salih Bêçar li ser Rêber Ocalan wiha peyivî: ‘’Dîlgirtina birêz Ocalan ji beriya hertiştî şermezariya raya giştî a cihanê ye. Şermezariya hemû rêxistinên bi navê azadî û mafê mirov kar dikin e. Ji bilî ku Ocalan wek serkirdeyek karîzmatîk ê Kurd e, kesayeteke sade ye ji bo mirovahiyê. Felsefa Ocalan li derveyî girtîgehê ye. Her kesê azadîxwaz dixwaze kesayetek wek birêz Ocalan bi fîzîkî azad be. Ocalan li cem me azade, di ruh û wijdana me de ye.”

Di dawiyê de jî helbestvan Salih Bêçar da zanîn erkê herkesî ye ku ji bo azadiya Rêber Ocalan bixebite. 

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.