SERKAN DEMÎREL / ANF / CENEVRE
Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmehê li 74 deverên cuda yên cîhanê destpê kir, bi piştgiriya ji civakên cuda dewam dike. Ji Zanîngeha Federal a Rîo Grande do Sol a Brezîlyayê akademîsyen Florencîa Gûarche ku li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan li qada akademîk kar dike, têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî. Akademîsyen Florencîa Gûarche anî ziman ku wê di sala 2015'an de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kiriye, piştre jî Tevgera Kurd û paradîgmaya Abdullah Ocalan hîn bêhtir ji nêz ve nas kiriye. Florencîa Gûarche ku di halê hazir de li Zanîngeha Federal a Rîo Grande do Sol a Brezîlyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan kar dike, got:"Ya rast, min fikrên Abdullah Ocalan ji bo karibim civaka xwe hîn ji nêz ve nas bikim, bi kar anî. Hewldana ji bo fêhmkirina paradîgmaya Ocalan û naskirina civaka xwe di zikhev de meşiya."
Ocalan bersiv dide pirsa em kî ne?
Akademîsyen Gûarche got:"Paradîgmaya Ocalan bersiveke baş pêşkêş dike ku em dikarin neteweyeke demokratîk bi çi rengî bê dewlet ava bikin. Lewma lêgerîna li bersiva li pirsa 'em kî ne' ji bo min gelekî girîng bû. Ocalan ji bo me dibe alîkar ku em xwe nas bikin, nirxên xwe zanibin û bersivek ji pirsa 'em kî ne' peyda bikin. Em civakên li neteweyên cuda yên cîhanê, piştî ku hîn bûn bê kî ne, em dikarin hingî têkiliyeke xurt û civakîbûneke hevpar ava bikin. Ocalan derfetê dide me ku em li ser bêdewletiyê bifikirin."
Ocalan ji bo jinan hêviyeke mezin e
Gûarche destnîşan kir ku di nava tevgera Kurd de ya ku herî zêde bandor lê kir, têkoşîna tevgera jinên Kurd bû û got, "Têkoşîna jinê ya xweser a tevgera Kurd îro li her devera cîhanê tê naskirin. Li her qada civakê têkoşîna xweser a jinê tê dîtin. Ev rewş bandorê li me jinan dike. Jinên Kurd ji bo min rû û hêza rastî ya şoreşê ne. Têkoşîna jinên Kurd ji bo me hemûyan dibe çavkaniya sûdwergirtinê. Tespîta Ocalan a ku dibêje divê jin bibin pêşengên şoreşê gelekî girîng e. Em girîngiya vê yekê her roj hîn bêhtir dibînin û fêhm dikin. Girîngiya ku Ocalan dide şoreşa jinê, ji bo me jinan hêviyeke gelekî mezin e."
Kampanya gelekî girîng e
Gûarche bal bire ser pêngava ku di 10'ê Cotmehê de ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kir û got, "Bi tecrîdkirina Ocalan re dixwazin pêşî li diyalogê bigirin. Lewma kampanya ji bo azadiya Ocalan gelekî girîng e. Ev yek kampanyayeke girseyî ye. Kampanya di heman demê de derfetê dide ku em rûyê rast ê dewleta Tirk nas bikin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de diyalogek divê jinûve destpê bike, ji ber vê jî azadiya Ocalan esas e. Divê enternasyonal di çarçoveya piştevaniyê de paradîgmaya Ocalan hîn belav bikin. Em paradîgmaya Ocalan dikarin ji bo çareseriya pirsgirêkan weke rêbazekê bi kar bînin. Kampanya ji bo azadiya Ocalan di heman demê de nîşanî me da ku civakên cuda dikarin bi çi rengî ji bo daxwazeke hevpar seferber bikin."