Ocalan çima meclîsê nîşan dide?

Sêşem 18 Sibat 2025 - 03:00

  • Tevî ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên xwe bi heyeta DEM Partiyê re parve kiribû, desthilatdariya AKP’ê hîna tu gav navêtiye. Nêrînên Abdullah Ocalan ên salên borî yên der barê rola meclîsê û nîqaşên destûra bingehîn de îro jî nîşan didin ku divê çareserî çawa be.

Di 28’ê Kanûna 2024’an de heyeta ku parlamenterên Partiya Wekhevî û Dekrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder di nav de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Heyetê pêşniyara 7 xalî ya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê ragihand, bi rayagiştî re parve kir. Piştî hevdîtinan nîqaşên der barê çareseriyê de zêde bûn. Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye der barê çareseriya pirsgirêka Kurd e pêşiya derfeta dîrokî vekir.

Tevî hewldana çareseriyê ya Abdullah Ocalan, AKP’ê heta niha gavek şênber navêtiye. Abdullah Ocalan der barê çareseriyê de balê dikşîne ser rola meclîsê û sererastkirinên qanûnî û di heman deme de li ser destûreke bingehîn a di asta wekheviyê de. Abdullah Ocalan der barê nîqaşên destûra bingehîn de, nirxandinên di 2010-2011’an de bi parêzeran re kiriye de rojevîbûna xwe diparêze. 

Meclîsa destûra bingehîn

Abdullah Ocalan di sala 2010’an de der barê destûra bingehîn de Konvansiyona Destûra Bingehîn a Demokratîk û meclîsê pêşniyar dike û diyar kir ku ev meclîs dikare ji 500 kesî pêk bê. Abdullah Ocalan diyar kir ku divê ji 7 herêman ji her alî nûner hebin û bi vî awayî dikare destûrek bingehîn a demokratîk ava bibe.

Destûra Bingehîn ne karekî hêsan e

Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bale dikşîne ser girîngiya destûra bingehîn û wiha dibêje: “Meseleya destûra bingehîn  ne ew qas hêsan e, ne pûç e, ne qertek e. Destûra Bingehîn ev e: Destûra bingehîn têkiliyên hêzên serdest ên bi hev re û têkilî û hiqûqa gelan bi wan re bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê pir girîng e. Helwesta me ya derbarê destûrê de ev e: Destûr peymaneke civakî ye, bi daxwazên hevpar ên civakê hatiye afirandin.” 

Li ser destûra bingehîn a 1921’ê sekinî

Abdullah Ocalan wiha vegot: “Di Destûra Bingehîn a 1921’ê de kêmasiyên wê hebin jî, ev xislet nîşan dide. Ya girîng ew e ku bibe dengê çîn, kom û beşên ku di destûra bingehîna heyî de derfeta îfadekirina wan tune ye. Ya girîng ew e ku mafên bi milyonan feqîr û kedkaran bi destûra bingehîn bê garantîkirin. Destûra bingehîn a heyî daxwaza mîlyonan piştguh dike.”

Divê meclîs biryarê bigire

Abdullah Ocalan ligel pêşniyarên nîqaşen destûra bingehîn bal kişand ser rol û mîsyona meclîsê. Abdullah Ocalan wiha vegot: “Ji bo piştgiriyê bidim pêvajoyê wê meclîs biryarê bigire û pêşiya min vebike. Ez jî  bi gel re bi aliyên siyasî re têkiliyê deynim û wan îqnayê vê pêvajoyê bikim. Ez vê hêzê bi xwe re dibînim. Komîsyona Edalet û Lêkolîna Heqîqetan berê hat ceribandin û bi ser ket û li Afrîkaya Başûr û Amerîkaya Latîn bi serkeftî hate bicîhkirin. Pir girîng e ku Meclîs ji bo çareserkirina pirsgirêkê însiyatîfê bigire dest. Berê jî Meclîsê li ser îsyana Koçgiriyê biryarek hevpar dabû. Rêya lihevkirinê hilbijart. Meclîs wê dîsa ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêşniyaran bike. Û ew pêşniyar dê bêne bicihanîn. Mafên Kurdan wê bi destûra bingehîn werin misogerkirin. Eger di makezagonê de xaleke yekalî ya ku dibêje ‘destûr maf û çanda kurdan misoger dike’ hebe, çareserî pêk tê. Min ev temînata destûrî ev demeke pir dirêj e îfade dikim. Min di salên 90’î de jî ev yek anî ziman. Ne bi gavên sexte û yên mîna TRT-6 an jî bi qursan, divê mafên resen ên demokratîk bên parastin.”

Ger bixwazî rol bigirî

Abdullah Ocalan di hevdîtinê got divê meclîs rola xwe bilîze û de wiha vegot: “Ger hûn dixwazin ez rol bigirim, divê hûn di derbarê min de biryarekê li parlamentoyê bidin. Li cîhanê mînakên vê hene. Ez nikarim di van şert û mercan de tevbigerim. Divê ez xwe bigihînim gerîla. Dema ez li ser van pirsan diaxivim wek tawan tê dîtin, ez nikarim bi serbestî biaxivim û danûstandinê bikim, lewra eger ji min were xwestin ku di çareserkirina pirsgirêkan de rola xwe bilîzim, divê parlamento li ser vê pirsê biryara prensîb ji bo min bide.” 

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.