Ocalan bo gelên herêmê rizgarker e

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:37

MIHEMED EBDO / ANHA / HELEB

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat destnîşan kir Rêber Ocalan ji bo hemû gelên azadîxwaz bûye semboleke zindî, gelên Rojhilata Navîn Ocalan weke rizgarkerê ji karesatê dibînin. Bîrhat her wiha got pergala kapîtalîst ji ramanên Ocalan ditirsin û ji bo azadiya Ocalan divê têkoşîn bêhtir were geşkirin.

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat bal kişand ser erkên ku rewşenbîran ya di azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de û rola Rêber Abdullah Ocalan ya di pêşxistina rewşenbîran de ji bo ku rê li pêşiya civakan ronî bikin.

Bîrhat got: "Rêber Abdullah Ocalan têgehên nû danîn. Ji ber wê bû rewşenbîrek ku ji qeydên pergala kapîtalîst azad e. Ev têgeh bi pêş xistin û ramana xwe ya herî guncew bi rêya projeya neteweya demokratîk danî."

Bîrhat der barê pradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan de jî  got: "Ji bo gelan aliyeke wê ya erênî hebû ku pêkhate û gel bi gelemperî dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de nûnertiya xwe bikin. Ji ber wê berê pûsûleya pergalan lê bû, komplo li dijî wî kirin ji ber ku pê hesîn bi ramanên wî re, dawiya wan nêzîk e."

Ji bo azadîxwazan bû semboleke zindî

Bîrhat bi domdarî destnîşan kir Rêber Abdullah Ocalan serî netewand û tawîzên takekesî neda, berjewendiya giştî di ser ya xwe re girt û got, ‘’Ji ber wê heta niha dîlgirtî ye. Ji ber vê helwesta wî, Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî gelên azadîxwaz re bû semboleke zindî."

Bûye rêberekî navnetewî

Bîrhat têkildarî rola Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina doz û pirsgirêkan de got: "Wî rejîma kapîtalîst deşîfre kir ku dixwaze statuyeke zordest ava bike ji bo ku hebûna xwe biparêze."Bîrhat ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelên li Rojhilata Navîn, Rêber Abdullah Ocalan xilaskerê wan ji karesetê dibînin. Di çareseriyê û pêşerojê de jê îlhamê dibin. Ew ji bo gelek gelan bûye rêberekî navneteweyî."

Ji ramanên Ocalan ditirsin

Bîrhat balkişand li ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan "Pergalên kapîtalîst ji ramanên wî ditirsin. Tirkiye di destê wan de amûr e ji bo ku têkiliya fikrî di navbera gel û wî de bibire. Lê belê ew siyasetên wan bi ser neketin. Ji ber ku gelên herêmê hîna li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin û li ber xwe didin."

Ji bo azadiyê divê têkoşîn geş bibe

Bîrhat diyar kir bidawîkirina tecrîdê erka rewşenbîran e û ji bo ev armanc pêk were hin xal bi bîr xist û got: "Divê her 5 beşên Menîfestoya Şaristaniya Demokratîk ji bo perwerdekirina civakê bibin xwendin. Divê zanabûna têkildarî berxwedana li hember kapîtalîzmê firehtir bibe û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan esas bê girtin da ku pradîgmaya rastîn a gel bi dest bikeve. Divê têkoşîn bê mezinkirin da ku azadiya wî ya fîzkî were bidestxistin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.