Ji Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê Parêzer Caroline Isabella Aubry li ser danûstandin û karên li dijî tecrîdê axivî û got, di rapora xwe de ew ê cih bidin revandina Ocalan a bi rengê korsanwarî û tecrîdê.
Parêzer Aubry ji Cenevreyê tevlî şandeyê bûye. Ew dibêje ji bo wan girîng e ku zilma li Tirkiyeyê ji sazî û mirovên mexdûr bibihîzin.
Parêzer Aubry bi dewamî got, "Bi taybetî di hevdîtinên li Amedê de me bi rengekî darîçav ji gotinan fêhm kir ku rejîma li Tirkiyeyê xwedî karakterekî çawa ye. Mirovên ku me hevdîtin bi wan re kirin, eşkere destnîşan kirin ku li dijî zextên heyî, divê ew têbikoşin. Bi dîtina min, tiştên li vir diqewimin divê mirov ji welatên li derveyî Tirkiyeyê jî vebêjin. Her wiha divê bibêjim ku wêrekiya kes û saziyên me hevdîtin bi wan re kir, gelekî bandor li min kir."
Zext li ser herkesî hene
Parêzer Aubry ragihand ku li Tirkiyeyê zext giştî bûye û got, "Me dît ku parêzer, rojnamevan û jin di hedefa vê zextê de ne. Di vê mijarê de me fêhm kir ku jib o biçin polîsan an jî çîrokên xwe vebêjin, ti atmosfer nemaye. Mekanîzmayek nîne ku zextên li wan tê kirin tespît bike."
Em ê hesasiyeta Kurdan nîşan bidin
Parêzer Aubry bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got, "Di qada navneteweyî, medya û arenaya siyasî de em tecrîda li ser Abdullah Ocalan nabînin. Tenê di rojeva hin alîgirên Kurdan de ye, em ji wan dibihîzin. Ji xwe em ê çavdêriyên xwe yên li vê derê bi raporekê bi raya giştî re parve bikin. Bi vî rengî em ê bala saziyên navneteweyî bikişînin ser rewşa li vê derê. Di vê raporê de em ê cih bidin wê yekê bê Abdullah Ocalan çawa bi korsanî hatiye revandin, radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û hîn jî tecrîdkirî ye. Her wiha em ê hesasiyetên saziyan ên têkildarî mijara Ocalan û rojeva Kurdan destnîşan bikin."
ANF/AMED