Ocalan azad bikin Kurdistanê azad bikin

În 12 Mijdar 2021 - 23:14

  • 'Keştiya Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji Atînayê bi rê ket, doh gihişt bajarê Îtalyayê Napoliyê û bi rengekî girseyî hat pêşwazîkirin.

'Keştiya Azadiyê' ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji Atînayê bi rê ket, doh gihişt bajarê Îtalyayê Napoliyê û bi rengekî girseyî hat pêşwazîkirin. Roja ku keştî gihişt Îtalyayê jî sembolîk e ji ber ku beriya bi 23 salan weke doh, piştî Bêbextiya Navneteweyî ya 9´ê Cotmehê, Ocalan gihiştibû Îtalyayê.

Aktîvîstên 'Keştiya Azadiyê' 9'ê Mijdarê ji bendera Lavrio ku bendera herî nêzîkî Atînayê ye, bi rê ketibû. Tê de qederê 40 aktîvîst, nûnerên civaka sivîl, parêzer, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên ji deverên cuda yên cîhanê hene.

Bi vê çalakiyê wan daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir. Wan her wiha xwest ku projeya konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan bigihêje girseyên gel û têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk bê mezinkirin.

Armanca alakiyî herî baş bi pankarteke ku hatibû pêşwazîkirina van 40 aktîvîstan xwe dida der: Free Ocalan, Free Kurdistan yanî Ocalan azad bike, Kurdistanê azad bike. Di dema pêşwazîkirinê de nûnerên şaredariyên semtên Napoliyê yên 6 Anessandro Fulcito û 8´an Nicola Nardeli jî amade bûn.  

Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, li sînemaya Modernissimo ya li Cisterna dell'Olioyê bi beşdariya xelkê konferansek dihat lidarxistin. Êvarê saet 21:00´ê jî wê konserek li dar biketa.

NAPOLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.