- Rojnameger Weysî Tallî ambargoya li ser wargeha Mexmûrê nirxand û got, NY li gorî raporên Tirkiye û PDK´ê helwêsta xwe diyar dike, lê NY divê bixwe bê li wargehê çavdêriyê bike.
Rojnameger Weysî Tallî ambargoya li ser wargeha Mexmûrê nirxand û got, NY li gorî raporên Tirkiye û PDK´ê helwêsta xwe diyar dike, lê NY divê bixwe bê li wargehê çavdêriyê bike.
Rojnameger Weysî Tallî yê li Herêma Kurdistanê Wargeha Mexmûrê ji nêz ve dişopîne û ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re ji rojnamevan Omer Akin re axiviye.
Weysî Tallî dibêje, ambargoya li dijî Wargeha Mexmûrê ji destpêka avakirina wê ve heye û herî dawî jî ji aliyê PDK'ê ve ambargo li ser wargehê hatiye danîn: "Rexmî hemû hewldanên dîplomatîk jî heta niha ti hinceteke fermî ji bo ambargoyê nehatiye pêşkêşkirin. Her çiqas ji bo ambargoyê bûyera li Hewlerê bê nîşandan jî sedema bingehîn ne ew e. Sedema bingehîn daxwaza Tirkiyeyê ye. Piştî ambargoyê mexmûriyên ku li Hewlêr, Duhok, Zaxoyê dixebitîn ji karên xwe hatin derxistin. Di vê pêvajoyê de nêzî 3 hezar karkeran ji kar hatin derxistin."
Li xwendekaran sîxurtiyê ferz dikin
Tallî bal bire ser pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê yên li Wargeha Mexmûrê û got: "Bi taybetî mafê xwendinê yê xwendekaran ji wan hat girtin.
Hema bibêje xwendekarên ku nasnameya wan a NY'yê heye jî nikarin li Hewlerê bixwînin. Her çiqas hin caran ji bo xwendekaran nermbûn çêbû jî di vê pêvajoyê de sîxurtî li xwendekaran hat ferzkirin. Ji xwendekaran re tê gotin, 'Hûn ê tevlî ti çalakiyê nebin û dema ku li derdora we geşedanek çêbû hûn ê agahiyê bidin me. Heke na, em ê destûr nedin ku hûn bixwînin'. Ambargo gelek tesîrê li nexweşan jî dike. Ji ber ku hatin astengkirin du jinên di ber zayînê de mirin. Nexweş bi saetan li nuqteyên kontrolê tên rawestandin."
Armanc jihevbelavkirina wargehê ye
Li gorî Tallî, armanca ambargoyê ji hev belavkirina wargehê ye: “Wargeh 5 caran bû hedefa êrişên Tirkiyeyê yên bi dorneyên bi sîleh. Li dijî van êrişan ne Hikûmeta Iraqê ne jî PDK'ê nerazîbûneke cidî nîşan neda. Armanca Tirkiyeyê ji hev belavkirina wargehê ye. Hewl dide vê bi PDK'ê û Tirkmenan bike. Bi vê ambargoyê hewl hat dayîn wargeh bê valakirin. Hewl dan dora wan bi destê hikûmeta Iraqê bi têlan bigirin. Nerazîbûna xelkê nehişt."
NY xemsar e
Tallî, herî dawî got, "Mirovên li wargehê ji aliyê NY'yê ve weke penaberên siyasî hatine naskirin. Divê NY li dijî her cure êrişê, parastina kesên li wargehê bike. Lê NY bêdengiya xwe ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û pêvajoya ambargoyê didomîne. Ev jî nîşan dide ku NY parçeyekî vê pîlanê ye. NY li gorî raporên Tirkiye û PDK´ê gavê diavêje lê divê NY bixwe bê li wargehê çavdêriyê bike."
NAVENDA NÛÇEYAN