• Li Başûrê Efrîkayê KHRAG’ê û COSATU’yê kampanyayek da destpêkirin da ku bikin ku NY ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dewra xwe rabe û bi mînaka pîvanên Nelson Mandela pirsgirêkê çareser bike.

Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Efrîkayê (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Efrîkayê (COSATU) bi daxuyaniyeke hevpar gotin, dema wê ye û bi navê “Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan” dest bi kampanyayê kirin. 

Bi rêya kampanyayê herdu sazî dixwazin, ji bo pêkhatina aştiya li Tirkiyeyê, Neteweyên Yekbûyî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bixe nava liv û tevgerê.

Metna kampanyayê wele nameyeke vekirî ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hatiye nivîsandin. Di nameyê de îşaret bi encamên rapora lêkolîna li Îmraliyê ya Tebaxa 2020’î ya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin. Lewma hate xwestin, li gorî vê encamê tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Di bangê de karên NY´yê li dijî rejîma Apartheîdê ya li Başûrê Efrîkayê hatin bibîrxistin û hat xwestin, heman Pîvanên Nelson Mandela ji bo Rêber Abdullah Ocalan jî bi cih bên anîn.

Dewra Mandela çibe ya Ocalan wê ew be

KHRAG’ê û COSATU’yê bang li her kesî kirin da ku tevlî kampanyayê bibin. Herdu sazî dibêjin, ew dikarin bi rengekî koordîneyî NY´yê bixin nava liv û tevgerê û dibêjin, “Me dît, dema li dijî rejîma Apartheîdê li meydana navneteweyî mirovên azadîxwaz seferber bûn, hingî rê li ber berdana Nelson Mandela vebû û li Efrîkaya Basşûr dewleteke demokratîk ava bû. Em bawer dikin ku berdana Abdullah Ocalan a bi heman rengî wê ji bo çareseriya aştiyane ya şerê li Tirkiyê û herêmê, şert û mercên pêwîst biafirîne.”

Azadiya lîderên rastî aştiyê tîne

KHRAG’ê û COSATU’yê Pîvanên Nelson Mandela jî wî bi bîr xistin: “Di wê mînakê de ku weke Pîvanên Nelson Mandela tê naskirin, NY´yê ji bo amadekirina qanûnên têkildarî girtiyan, bi roleke diyarker rabûbû. Vê mînakê hem esasê nêzîkatiya li girtiyên siyasî diyar kir, hem jî piştrast dike ku berdana lîderên rastî û pêbawer, di her pêvajoya aştiyê de diyarker e.”
KHRAG’ê û COSATU’yê bang kirin, da ku di çarçoveya kampanyayê de her kes nameya vekirî ya ji bo Sekreterê Giştî yê NY´yê, bi rêya e-mail, poste, twîtter, facebook û wekî din bişîne.

Navnîşana nameyê

Amadekarên kampanyayê xwestin, ku name ji navnîşana li jêr re bê şandin:
Mr. António Guterres
Secretary-General United Nations
UN Headquarters, S-3800
New York, NY 10017
 USA

NAVENDA  NÛÇEYAN