Bi sedan şêniyên herêma Firatê û Minbicê xwepêşandan li dar xistin û li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re ragihandin. 

Bi dirûşmeya “Rêveberiya Xweser min temsîl dike”, doh bi sedan şêniyên herêma Firatê û Minbicê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji aliyê Partiya Sûriya Siberojê şaxê Minbicê ve hate organîzekirin. Xwepêşandan bi armanca piştgirîdayîna Rêveberiya Xweser li hemberî êrişên li dijî herêmê, hate lidarxistin.

Xwepêşandanê ji xaçrêya Sirînê dest pê kir û li meydana nêzî pira Qeraqozaqê rawestiya. Alîkarê Sekertera Giştî yê Partiya Sûriya Siberojê, Ehmed Sultan li vir axivî û behsa derketina şoreşa Sûriyê ji rêgeha wê kir. 

Ehmed Sultan, Rûsya wekî berpirsa êriş û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker, nîşan da. Sultan ji DYE`yê jî xwest giringiyê bide dosya Sûriyê û nûnerekî taybet ji bo Sûriyê erkdar bike.

ANHA/MINBIC