Nûjiyan heqîqet derxist pêş

Çarşem 22 Adar 2023 - 00:58

Rojnamevan Nûjiyan Erhan 3’yê Adara 2017’an di encama êrişa çeteyên Roj ên ser bi PDK’ê ve li ser rêya navbera Sînûn û Xanesorê de bi giranî birîndar bû. Nûjiyan Erhan piştî 19 rojan li nexweşxaneyê di 22’ê Adara 2017’an de, tevlî nava  karwanên şehîdan bû.

Nûjiyan Erhan di 6. salvegera şehadeta xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dilgeş û Şêhîd Berxwedan ya li çiyayê Şengalê, hate bibîr anîn.

Li ser gora şehîd Nûjiyann daxuyaniya Ragihandina Jinên Êzidxanê ji aliyê rojnamevan Hêvî Ezda û Nûjîn Êzidî ve hate xwendin û wiha hate gotin;’’Rojnamevan Nûjiyan bi helwesteke şoreşgerî li gel civaka Êzidî li dijî êrişên PDK’ê û kiryarên wî yê îxanetkar di eniyên herî pêş de cih girt. Ji ber vê helwesta bi rûmet ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi zanebûn hate hedefgirtin. Heval Nûjiyan ji ber ku kiryayên wan ên qîrêj ji raya giştî re parve dikir, heqîqet derxist pêş hedef hat girtin û di 22’Adarê de gihişt asta şehadetê.

 

Em li ser mîrasa Nûjiyan dimeşin

Îro jî weke Ragihandina Jinên Êzîdî li Şengalê li ser mîrasa Şehîd Nûjiyan bi biryardariyek mezin em dimeşin. Ragihandina Jinên Êzîdî bi nasname û xeta ragihandina jin a azad, bi biryardarî û israra kesayetên pêşeng ên weke rojnamevan Nûjiyan Erhan bi pêş ket û li Şengalê hate birêxistinkirin. Çawa ku heval Nûjiyan dest bi vê têkoşîna heqîqetê kir û rastiya heyî ti carî nehêla di tariyê de bimîne, îro jî em li ser wê mîrasê û li ser rêya heqîqata ku heval Nûjiyan fêrî me kir dimeşin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.