Nûçegihanê Rojnewsê Zosik Hemed bi hinceta parvekirinên wî yên li ser tevna dîjîtal li herêma Çomanê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayîşê ve hate girtin. 

Nûçegihanê Rojnewsê Zosik Hemed li ser ciwanên li bajarok Qesrikê nûçe çêkiribû û xwestibû rêveberî guh bide dengê ciwanan. Di nava ciwanên li Qesrê de hatibûn girtin zarokên berpirsên PDKê jî hebûn û ew tavilê hatibûn berdan. Heye ku nerehetî ji vê mijarê be. 

Zûsik Hemed ê ji alî  Asayîşa Çomanê ve hat girtin birin Asayîşa Navçeya Soranê. Berpirsê Navenda METRO Diyarî Mihemed binçavkirina nûçegihanê ajansa Rojnewsê Zosik Hemed şermezar kir û got; “Binçavkirina wî neyasiye. Di çarçoveya hewldana bêdengkirina rojnamevan û çalakvanan de desthilat ji bo parastina kursiya xwe binçav kiriye.”

NAVENDA NÛÇEYAN