Nûçegihanê MA’yê Arslan hat girtin
Pêncşem 27 Tîrmeh 2023 - 00:05
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, Delal Akyuz û edîtora T24'ê Sîbel Yuklerê ku pêr li ser lêpirsîneke serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin girtin. Arslan bi rêya SEGBÎS'ê tev li dadgehê bû. Dadgeriyê derbarê Arslan de biryara girtinê da. Rojnamevan Delal Akyuz, Evrîm Denîz, Sîbel Yukler, Evrîm Kepenek jî piştî îfade hatin berdan.
ENQERE