Nûçegihan berdan kamera bernedan
Çarşem 15 Kanûn 2021 - 21:42
- Asayîşa Silêmanî 2 nûçegihanên Rojnewsê ku destgîr kiribûn piştî bi rojekê berdan lê kel û pelên nûçegihanan nedane wan
Asayîşa Silêmanî 2 nûçegihanên Rojnewsê ku destgîr kiribûn piştî bi rojekê berdan lê kel û pelên nûçegihanan nedane wan. 24’ê Mijdara 2021’an nûçegihanên Rojnewsê Berhem Latîf û Birwa Esedî dema li Silêmaniyê xwepêşandana xwendevan dişopandin, ji aliyê asayîşê ve hatibûn girtin. Her dû rojnamevan piştî rojekê bi kefalet hatibûn berdan, lê tevî kel û pelên kesî, kamera û wênegirên wan hatin desteserkirin. Rojnewsê miracaetî Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Silêmaniyê kir, asayîşê ji bo dayîna kelûpelan soz dabû, lê 20 roj in kel û pel nehatine radestkirin.
SILÊMANÎ