NPG’ê operasyon pîroz kir

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:35

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê hemû fermandar û şervanên beşdarî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûne, pîroz kir û wiha got:"Fedaiyê Apoyî yê hêja hevrê Şervan Varto yê bi lehengî di operasyona şoreşgerî de şer kir û şehîd bû, di şexsê wî de jî hemû şehîdan bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan ku we bi ruhê êrîşê yê bilind, bêtirs, bi çalak, hostatiya taktîkê, afirîneriyê û pratîkeke profesyonel pêk anîn, derba eciqandinê li artêşa Tirk a dagirker xist. Li baregeha dijmin tevî fermandarê bi payeya serpel û fermandarên asta jêrîn 37 leşkerên dagirker hatin cezakirin, bi dehan çek û alavên leşkerî ji ser wan hatin rakirin. Her tiştên li baregeha dijmin hatin şewitandin û tinekirin. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan jî weke xelekeke girîng a pêngava gerîla ya serketî ya dema dawî derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bû."

Bersiva komployê bû

Di dewama daxuyaniya de hate gotin:"Di salvegera komploya navneteweyî de pêkanîna operasyoneke bi vî rengî ya şoreşgerî ya serketî gelekî girîng û bersiveke di cih de bû. Operasyona we ya şoreşgerî ku asta wê ya serketinê û tempoya wê gelekî bilind bû, careke din nîşan da ku gerîlayên azadiyê yên Apoyî berê xwe bide ku derê dikare fetih bike, tiştek li pêşiya wan nikare bibe asteng. Em hemû fermandar û şervanên ku bi dilsoziya mezin a bi Rêber Apo û xeta Apoyî xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi aqlekî mezin, bi jîrbûna taktîkî, plansazî, sebir û hostatî xemilandin û Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan lidar xistin, pîroz dikin. Em ji dil bawer dikin ku di taktîkê de hûnê xwe kûrtir bikin, di afirîneriyê de xwe hîn bêhtir şareza bikin û serketinên hîn mezin bi dest bixin.

Medya şerê taybet vedişêre

Artêşa Tirk a faşîst û medya şerê taybet a rejîma faşîst hewl dan vê têkçûna dîrokî ji her kesî veşêrin. Tevî ku 37 kuştî dan, tenê kuştiyekî xwe eşkere kir, mîna ku tiştek nebûye xwe li kor, lal û kerrbûnê danîn. Ji ber ku ketiye rewşeke welê ku siyaseta xwe ya şer û konsepta qirkirinê xitimî ye, lê ne bi xwe dikare li vê mikur bê ne jî dikare ji rayagiştî re eşkere bike. Dewleta Tirk a dagirker, rejîma faşîst û medya wê ya şerê taybet her çend hewl didin veşêrin jî operasyona şoreşgerî ya ku we hevrêyên hêja bi kedeke mezin bi belge kirin, hemû rastiyan wê raxe ber çavan. Wê demê her kes wê baştir fêhm bike ku hezar derew li pêşberî rastiyekê têk diçe."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.