• Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel peyamek weşand û Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel peyamek weşand û Fermandariya Eyaleta Serhedê pîroz kir.
Peyama fermandariyê wiha ye:
"Li eyaleta we, di dema operasyona berfireh de ku 2'ê Cotmehê di encama xiyanetekê de dest pê kir û heta 27'ê Cotmehê dewam kir, berxwedana ku hêzên we yên eyaletê nîşan dan, serketineke girîng e. Rûpelekî nû li dîroka têkoşînê ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê zêde bû ku bi lehengiyan dagirtî ye.
Beriya her tiştî em hevalan hemûyan û hêza we ya fermandariyê silav dikin ku di vê pêvajoya operasyonê de bi îradeyeke xurt bersiva pêwîst da dijmin û bi xurtkirina berxwedanê xeta xiyanetê perîşan kir.
Em fermandar û hevrêyên şervan hemûyan ên tevlî vê pêvajoya berxwedanê bûne pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin.
Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê rêbaz û taktîkên Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bi rengekî afirîner xurt bikin, bi vî rengî mohra xwe deynin binê serketinên mezin. Di serî de fermandariya we û di şexsê fermandariya we de Hêzên Eyaleta Serhedê hemûyan silav dikin, bi hestên şoreşgerî serketinê ji we re hêvî dikin."
ANF/BEHDÎNAN