Notayên li ser kevalan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Hezîran 2023 - 04:53

  • Bi saya hin berhemên dîrokî, mirov dikarin li rabuhiryê bihizirin û hîs bikin bê ka şaristaniyên berê hest bi çi kirine. Stran û notayên li ser kevalên Hûrriyan jî yek ji stran ango îlahiyên herî kevnar nîşanî me dide. Ev melodiya Hûrrîyan yek ji melodiyên herî kevnar a qeydkirî ye û dide zanîn ku mûzîk yek ji hunerên herî kevnar e.

Mirovahî ji serê ewilî ve ji bo kul û keserên xwe ji bîr bike bi huner re mijûl bûye. Yanî insanên destpêkê jî têra xwe afirîner û xwedî bîr û raman bûn. Dema mirov berê xwe dide wan xêz û resmên li şikeftan ên beriya bi dehê hezarên salan, ev yek baştir tê xuyanê. Di dîrokê de mirovan her xwestiye hestên xwe der bibirin ango nîşan bidin. Helbet bi wextê re gelek cureyên hunerî jî ava bûn û xelkê bi şêwazên cuda hestên di dilê xwe de derbirrîn. Lê mirov dikare bibêje, serê pêşî dans û muzîk ava bû. Hemû cûreyên hunerî piştî dans û muzîkê ava bûn. Insanên destpêka mirovahiyê bi armancên cûr bi cûr li dora agir kom bûn û bi rîtmên xwezayê muzîkek ava kirin. Yanî dans û muzîk ji wan rêûresmên herî kevnar in. Va ye, îlahiyeke Hurrîyan ya kevnar ya ku beriya 3 hezar û 400 salan li ser kevalên pijandî hatiye nivîsandin, van gotinên me dipeyitîne. 

Weke me gotî, muzîk yek ji hunerên herî kevnar ên mirovahiyê ye. Yanî bi qasî mirovahiyê kevn e û rabuhiriyeke wê ya dûr û dirêj jî heye. Lê stran, amûrên muzîkê û her wiha îlahiyên kevn, kêm caran heta îro hatine. Gelek ji wan di nav terkên dîrokê de winda bûne. Lê li Mezopotamyayê bi saya nivîsên li ser kevalan hin xebatên kevn heta roja me ya îro mane. Ji lewra, li Mezopotamyayê muzîk dihat îcrakirin û civakên berê li muzîkê guhdarî dikirin. Gelek caran jî serpêhatî, qanûn û metnên dînî li ser kevalan nivîsandibûn û bi vî awayî bîra qeydkirinê birine. Tevî ku gelek ji van tabletan hatine rûxandin û talankirin jî hin ji wan tiştek bi sêrê wan nehatiye û ew bi awayekî hatine parastin. Yek ji van kevalên balkêş jî yeke Hurriyan e. Li ser tabletê, notayên muzîkê hene. Ev notayên herî kevnar ên muzîkê ne. Kevala ku weke “Hurrian Hymn No. 6” (Îlahiya Hûrriyan ya 6’an) hatiye binavkirin, beriya 3 hezar û 400 salî ji bo îlaheya bi navê Nîkkal hatiye nivîsandin. Di stranê de pesnê Nîkkal tê dayîn. 

 

Melodiya herî kevnar ya dinyayê

Şaristaniya Hurrîyan yek ji şaristaniya herî kevn ên Kurdistanê bû. Wan tevî Mîttaniyan di wexta xwe de dewletek ava kiribû. Navên kesên ku di dewletê de cih girtibûn jî giş bi zimanê Hûrriyan bûn. Li gorî lêkoleran peytexta wan jî Waşûkanî bû ku niha di nav sînorên Sûriye de ango li Serêkaniyê ye. Têkiliyên Hûrrîyan ên bi dewletên derûdora wan re nîşan didin ku wan nivîs pirr baş bi kar aniye. Nameyên ku ji Fîrewnên Misrî re şandine, nîşaneya vê yekê ne. Di sala 1950’î de li Sûriyê, bajarê Ugarît hin kevalên Hûrrîyan, hatin dîtin. Di wexta Hûrriyan de bajarê Ugarît navenda bazirganiyê bû û gelek dewletên mezin jî bi saya vî bajarê pêdiviyên xwe bi cih dianîn. Her wiha bajar cihê silh û civînan bû jî. Ji lewma bajarekî girîng bû. Kevala ku li ser notayên muzîkê hene jî bi şêwezarê Ugarîtî hatiye nivîsandin. Bi tevahî 4 riste li ser hene. Her çiqas lêkoleran ev nivîs û notayên li ser tabletê baş şirove nekiribin jî tableta bi navê “Hurrian Hymn No. 6” weke melodiya herî kevnar a li dinyayê hatiye qeydkirin, tê hesibandin. 

 

Bîr birin notayan binivîsin

Di vê kevalê de li jorê peyvên stranê hatine nivîsandin û li bin jî notayên stranê hatine rêz kirin. Li gorî akademisyenan hin peyvên ku hatine dubarekirin îşaret bi beşa “dîsgotin”ê (neqarat) dikin. Yanî ew wisa bawer dikin. Akademisyenan li gorî nivisên Akadî û pîvanên wan ên muzîkê, ev tablet şirove kiriye. Nota û nivîsên li ser tableta Hûrriyan her çiqasî baş nehatibin wergerandin jî, akademisyenan ji ber van nota û peyvan muzîkek çêkiriye. Ji Zanîngeha Califiorniayê profesor Anne Draffkorn Kilmer, di sala 1970’yî de nivîs û nota wergerandin û ji ber van notayan strana bi navê “Sound From Silence” çêkir. Muzîka ku wan qeyd kiriye li ser youtebe jî heye, mirov dikare berê xwe bidi wan û guhdariya melodiyên strana Hûrriyan bike. 

 

29 tabletên stran û notayan

Li Seraya Ûgarît ya Hûrriyan bi qasî 29 kevalên ku stran û nota li ser wan hene, hatine dîtin. Ev kevala hanê “Hurrian Hymn No. 6” tenê yek ji van kevalan e. Lê lêkolerên di vî warî de dixebitin, didin zanîn ku beriya van kevalan jî di warê muzîkê de hin berhem hatine avakirin. Nexasim jî di dema Sumeriyan de ji bo Lipit-Îşatar stran û note hatine nivîsandin. Yanî beriya “Îlahiya Hûrriyan” jî hin şaristanî bi muzîkê re mijûl bûne û li ser nota, akort û melodiyan hûr bûne. Ev yek jî nîşan dide ku xelk ji mêj ve li muzîkê guhdar e û muzîk yek ji hunerên herî kevnar ê mirovahiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.