- Xelatên Kureyên Zêrîn hatin dayîn.
Xelatên Kureyên Zêrîn (Golden Globes) ji bo cara 78´an bi merasîmekê hatin dayîn. Chloé Zhao, bi filma xwe ya bi navê Nomadlandê xelata baştirîn filmê û serketîtirîn derhener wergirtiye û bûye yekem jina bi eslê xwe Asyayî ye ya ku ev xelat wergirtine.
Yekîtiya Çapemeniya Biyaniyan a Hollywoodê, îsal jî Xelatên Kureyên Zêrîn (Golden Globes) dan. Yekîtiyê ji bo cara 78´an îsal ev xelat dane.
Xelata merasîmê ji ber şewba koronavîrusê cara yekê ye ku bi awayekî online pêk hat û Tina Fey û Amy Poehlerê merasîm pêşkêş kirin.
Chloé Zhao, bi filma xwe ya bi navê Nomadlandê xelata baştirîn filmê û derhenerê wergirtiye û bûye yekem jina bi eslê xwe Asyayî ya ku ev xelat wergirtiye.
Chadwick Boseman îsal di beşa dramayê de xelata lîstikvanê baştirîn wergiriye. Boseman par di 43 saliya xwe de wefat kiribû.
Xelatgirên îsal
Xelatgirên îsal jî ev in:
- Di beşa dramayê de filma herî baş: Nomadland
- Derhênera herî serketî: Chloé Zhao (Nomadland)
- Di beşa Muzîkal/Komediyê de filma herî baş: Borat Subsequent Moviefilm
- Fîlma herî baş a biyanî: Aaron Sorkin (The Trial of ti Chicago 7)
- Di beşa Dramayê de rêzefilma herî baş a TVyê: The Crown
- Di beşa Muzîkal/Komediyê de rêzefilma herî baş a TVyê: Schitt’s Creek
- Muzîka filman a herî baş: Soul /Trent Reznor, Atticus Ross, Jon Batiste
- Di beşa Dramayê de aktrîsta herî baş: Andra Day (The Unuted States vs. Billie Holiday)
- Di beşa Dramayê de aktorê herî baş: Chadwick Boseman (Ma Rainey’s Black Bottom)
- Di beşa Muzîkal/Komediyê de aktrîsta herî baş: Rosamund Pike (I Care A Lot)
- Di beşa Muzîkal/Komediyê de aktorê herî baş: Sacha Baron Cohen (Borat Subsequent Moviefilm) n
NAVENDA NÛÇEYAN