Nokteya çareseriya pirsgirêka Kurd

Şemî 1 Sibat 2025 - 03:40

  • Di van rojên ku çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de AKP gavê navêje. Rêber Abdullah Ocalan di 2013’yan de tespîta ‘Bêyî yekitiya Tirk-Kurd kes nikare bijî’ kir û nokteya ku çareseriya pirsgirêka Kurd lê ye nîşan dide.

Piştî ‘Pêngava azadiya Global’ ya di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hat destpêkirin şûnde, 43 mehan şûnde deriyên Îmraliyê hatin vekirin. Abdullah Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de bi birayê xwe ku di heman demê de parlamenterê DEM Partiyê ye Omer Ocalan re hevdîtin kir. 

Piştre di 28’ê Kanûna 2024’an de heyeta ku parlametnerên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder jî di nav de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Heyetê pêşniyara 7 xalî ya ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê ragihand, bi rayagiştî re parve kir. Di çarçoveya pêşniyara Abdullah Ocalan de bi partiyên siyasî yên meclîsê re hevdîtin hatin kirin. Piştî hevdîtinan heyetê di 22’yê Çile de hevdîtina duyemîn li Îmraliyê kir.

Hevdîtinên hatin kirin di rayagiştî de wek rojeva sereke tê nîqaşkirin. Ev nîqaş tên meşandin û her wiha tiştên ku Abdullah Ocalan di navbera 2013-2015’an de anîbûn ziman jî dîsa hat rojevê.

Abdullah Ocalan di hevdîtinên wê demê de tiştên di mijara têkiliyên Kurd-Tirk de anî ziman rojevîbûna xwe diparêze.

Ew fêm nakin

Abdullah Ocalan di 24’ê hezîrana 2013’an de bal dikşîne ser qanûnîbûnê û wiha dibêje: “Ew dixwazin bilez be. Ji ber vê yekê pêvajoya rast eşkere bikin, ne wisa ye.  Ma çareserkirina pirsgirêka sed salî hêsan e? Ger hewce bike dê pêncî qanûnî derxin. Çima dê qanûnî xelet be? Nizanim, tê gotin ku PKK dê ji qanûnê sûd werbigire û meşrû bibe; Erê, bê guman ew ê wisa be. Armanca me ne bidawîkirina vê bêhiqûqiyê ye? Xuyaye me dikin şûna zarokan. Bi vî awayî nabe, şerê kor wê bidome, heyf e. Ew fêm nakin."

Qanûn tunebe xapandin heye

Abdullah Ocalan nêzîkatiyên Turgut Ozal û Necmettîn Erbakan ên sala 1990’î de bibîr xist û wiha got: “Ozal û Erbakan ji min re gotin, em ji her tedbîrên qanûnî re amade ne. Dema ku me bi leşkeran re hevdîtin kir wan jî heman tişt gotin. AKP çima ewqas israr dike, ez fêm nakim. Ji berê ve dewlet soza legalbûnê dide me. Lê eger dibêjin qanûn tune ye, ev sextekarî ye. Sedema helwesta min a dawî ev e. Mirovên di çirayê de dê biçin heyvê, Endonezya an Fînlandiya? Ew ê biçe ku derê? Ger ev yek bibe, yek ji wan jî çekan bernade.

Kurdistana bê Kurd!

Abdullah Ocalan der barê hilweşîna salên 90’î de jî van tiştan tîne ziman: “Hilweşîna salên 90'î meyleke mîna van bû. Xwestin Kurdistaneke bê Kurd ava bikin. Nahêlin tirk jî aştiyê pêk bînin. Dixwazin aştiyeke sexte pêk bînin, aştiyeke ku me ber bi pevçûnê ve bibe.”

Tifaqek demokratîk

Abdullah Ocalan balkişand ser girîngiya tifaqa dîrokî ya navbera Kurd û Tirk û wiha vegot: “Tifaqeke dîrokî çêdibe. Hemû Kurd wê bi Tirkiyeyê re tifaqeke xurt ava bikin. Komîsyona Pakta Neteweyî dê li ser vê yekê nîqaş bike. Bêyî yekitiya Tirk-Kurd tu kes nikare li herêmê saxlem bimîne. Ev tifaq ji dema Hîtîtan ve heye. Çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Iraq, Sûriye û heta Îranê ye. Ya ku tê pêş, tifaqa demokratîk a Rojhilata Navîn e.”

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.