Dijî rejîma talan û dagirkeriyê qeyûm çalakiyên nobetê didomin. Li Amed, Êlih, Wan û Edene dijî qeyûmê ku anîn ser Şaredariya Colemergê çalakiyên nobetê hatin girtin. Di çalakiyan de hate gotin ‘’qeyum diz e, ji Kurdistanê bicehime.’’ Her wiha peyam hate dayin ku ew ê berxwedana dijî dagirkeriya qeyûm bidomînin.
Amed
Nobeta li dijî tayinkirina qeyûm a li ser Şeredariya Colemêrgê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat detspêkirin, berdewam dike. Li ser avahiya şeredariyê pankarta ku li ser, "Şeredarî yên me ne em destûr nadin desteserkirinê" dinivisî hat daliqandin. Di nobeta rûniştinê de dengbêjan strand. Welatiyên ku li ber şeredariyê di nobeda rûniştinê de bûn jî bi guhdarkirina degbêjan nobeda xwe ya îro domandin.
Êlih
Çalakiya nobetê ya li ber Şaredariya Êlihê hat destpêkirin, didome. Rêveberên bajêr û navçeyan ên DEM Partî û DBP'ê, TJA û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr beşdarî nobedê bûn û di çalakiyê de dirûşmeya "Wê qeyûm biçin, wê gel bên" hatin berzkirin. Çalakgeran peyama heya şaredariya Colemêrgê cardin bibe ya gel wê têkoşîn bidome.
Edene
Li Edeneyê jî çalakiya nobetê li taxa Barbaros a navçeya Seyhanê didome. Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr beşdarî nobetê bûn. Li vir dirûşmeyên "Şaredarî ya me ye, em ê rê nedin desteserkirinê" û "Heq, hiqûq û edalet" hatin berzkirin. Çalakgeran destnîşan kir ku heya qeyûm biçe ew ê li kuçeyan bin.
Qeyûmê diz, bicehime
Polîsên Tirk bi îdiaya ku hemû çalakiyên "qedexe ne” park dorpêç kirin û hewl dan nobetê asteng bikin. Girseyê pankarta "Şaredarî ya me ye, em ê destûrê nedin desteserkirinê" hilgirtin û gelek caran dirûşmên "Zext nikarin me asteng bikin", "Maf, hiqûq, edalet", “Qeyûmê diz, ji Colemêrgê biciheme”, “Her der Colemêrg e, her der berxwedan” berz kirin.
Girseya gel bi çepikan, desteserkirina vînê protesto kir û sirûda "Herne Pêş" û stranên berxwedanê xwendin. Li ser navê girseyê Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr daxuyanî da û diyar kir ku ew weke duh jî îro li qadan in û vîna xwe diparêzin. Aydemîr anî ziman ku şaredarî aîdê gel in û heta qeyûm biçe wê li kolanan bin.
Wan
Li Wanê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiya nobetê hat destpêkirin. Di çalakiyê de ku li baxçeyê şaredariyê hat destpêkirin, pankarta li ser "Em rê nadin qeyûm, vîna gel nas bikin" nivîsandî hat daliqandin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr û navçeyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛHAY-DER), MEBYA-DER, ARSÎSA, Platforma Ked û Demokrasoyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî çalakiya nobetê bûn.
Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Veysî Dîlekçî ku di nobetê de axivî got: "Politikaya bingehîn a desthilata AKP-MHP'ê bêhiqûqîtî ye. Rejîma qeyûmtiyê jî, tê wateya esasnegirtina vîna gelê Kurd e.’’
Dîlekçî bang li her kesî kir ku li dijî qeyûman tevlî çalakiya nobetê ya li ber şaredariyê bibin.
ANF