Nobetên dijî dagirkeriya qeyûm didomin

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 00:28

Nobetên dijî dagirkeriya qeyûm didomin. Di çalakiyên nobetê de ji bilî rejîma qeyûm her wiha dijî xiyaneta Barzaniyan jî helwest hate nişandan û banga, ‘’dev ji xiyanetê berdin’’ hate kirin.

Çalakî û nobedên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin.

Stenbol

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê nobeda desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşxaneyê ya li Beyoglûyê di roja 40’emîn de berdewam kirin. Çalakvanan di nobedê de tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm dan nîşandan.

Beriya nobed bê destpêkirin, girseyê 33 qurbanî ango rêwiyên Kobanê ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. Di bernameya bîranînê de axaftin hatin kirin û zîhniyeta DAÎŞ’ê û desthilatdariya AKP’ê hatin şermezarkirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku wê xeyalên rêwiyên Kobanê nîvco nehêlin. 

Girse paşê derbasî nobeda edaletê ya dijqeyûm bû. Hevserokê DEM Partiya Navçeya Uskudarê Hayrettîn Baydar axivî û destnîşan kir ku ew li dijî rejîma qeyûm li ber xwe didin û ew ê li dijî polîtîkayên şer aştiyê bînin welat. 

Dev ji xiyanetê berde

Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Ayşe Akosy jî axivî û qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anî û got ku îro jî ev komkujî bi deste AKP-MHP’ê berdewam dikin. Aksoy destnîşan kir ku ev zîhniyeta qetlîmker li başûrê Kurdistanê bi destê PDK’ê komkujiyan didomîne û xwest ku PDK dest ji xiyanetê berde.

Endamê Komeleya Çandê ya Panosê ya Stenbolê Mûrat Guven û ji Komeleya Kelpîkor a Goleyê Ciwan Koç jî axivîn û bi salane ew li dijî zîhniyeta qeyûm têdikoşin. 

Edene

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî li dijî tayînkirina qeyûm li Meydana Beşocakê daxuyanî da û protesto kir. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Hevserokê DEM Partiya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û xwest desthilatdarî dest ji polîtîkaya qeyûman berde û hurmetê nîşanî îrade û mafê hilbijartinê ya gelê kurd bide. 

Girseyê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xist û stran hatin gotin. 

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.