Nobeta qeyûm kete roja 26’an
În 5 Tîrmeh 2024 - 00:15
Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Beyoglûyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 26’emîn de berdewam dike. Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Beyoglûyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 26’emîn de berdewam dike. Gelek partiyên siyasî, komelek, sendîka û nûnerê rêxistinan tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Berdevkê Komsiyona Koç û Penaberan a DEM Partiyê Mûrad Mihçi bertek nîşanî êrîşên nijadperest ên li ser penaberan da û got: “Di rojên dawî de ji ber êrîşên nijadperest ên li ser panaberan li gelek bajaran jiyana penaberan di bin gefê de ye.
Dijî êrîşên nîjatperest helwest
Li hemberî van êrîşan desthilat û muxalefet bêdeng e. Em hemû penaber in. Kî dikare îdia bike ku li vê dinyayê ne penaber e? Hişmendiya îro êrîşî koçber û penaberan dike hişmendiya ku qeyûm diafirîne yek e. Em ji qeyûm re dibêjin na. Li dijî êrîşên li ser penaberan em li gel gelan in. “
Qeyûm dizî ye
Ji Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK'ê Mustafa Can jî bertek nîşanî desteserkirinê da û got: “Qeyûm dizî bi xwe ye. Demokrasî jî gel bi xwe ye.”Aktivîst Fatma Yavuz jî anî ziman ku ew ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re hatiye.
MA/STENBOL