Nobeta li dijî xiyanetê

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:46

  • Dayika Hevrîn Xelef: Heke cenazeyên me di destê kesên din de bûna, me yê bigota dijmin e, xayîn e. Lê mixabin cenazeyê me di destê birayên me yên Kurd de ne. Em li benda cenazeyan in. Heta ku cenazeyan bidin me, em ê çalakiya xwe bidomînin.

MÛSTAFA ÇOBAN / ANF/DÊRIKA HEMKO

Xelkê Rojava ji bo wergirtina cenazeyê gerîlayên ku PDK’ê li Xelîfanê di kemînê de şehîd kiribûn, ev hefteyek e li ser sînor nobetê digirin. Çalakger dibêjin, ”Êdî bes e, sebra me nema. Em ê sînoran hilweşînin û biçin cenazeyê xwe bînin.”

Derketibû holê ku PDK´ê di kemînekê de 5 gerîla şehîd kiribûn û dest danîbû ser cenazeyan. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê 5’ê Cotmeha 2021’ê ji bo wergirtina cenazeyan çûbû ber Deriyê Sînor ê Sêmalka û çalakiya konvedanê dabû destpêkirin. Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî vê çalakiyê bû. Hefteya vê çalakiyê doh qediya. Malbatên şehîdan û xelkê herêmê dibêjin, heta ku ew cenazeyan bistînin, ew ê çalakiyê bidomînin.

Hogir Qamişlo endamekî TEV-DEM’ê yê ciwan e; ew PDK hişyar dike û dibêje, “Gel çend roj in bi girseyî tevlî çalakiya li Sêmalka dibe. Bi sedan ciwan di çalakiyê de ne. Heke cenazeyê me nede me êdî sebra me nemaye. Heke cenazeyê me nedin me, em ciwan, em ê sînoran hilweşînin. Divê PDK baş bi vê zanibe. Her ciwan û dayîk li hemberî xiyaneta PDK’ê ye. Ev xiyaneta Mesûd û Nêçîrvan Barzanî êdî nayê qebûlkirin. Malbata Barzanî bi saya gerîla dikare li Başûr bimîne. PKK çû bi hawara Şengal, Rojava, Kobanê. PKK ji bo tevahiya Kurd û Kurdistanê amade ye.”
  

Dayika Hevrîn Xelef jî amade bû

Dewleta Tirk a dagirker 12’ê Cotmeha 2019’an, yanî beriya bi du salan, sekretera Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef şehîd kiribûn. Dayika wê Sûad Mistefa jî tevlî çalakiyê bû. Sûad Mistefa got, “Çalakiya me ya li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka didome. Heta ku em cenazeyê xwe bistînin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Heke cenazeyên me di destê kesên din de bûna, me yê bigota dijmin e, xayîn e. Lê mixabin cenazeyê me di destê birayên me yên Kurd de ne. Em li benda cenazeyan in. Heta ku cenazeyan bidin me, em ê çalakiya xwe bidomînin.”

Çalakî bi şev jî didome. Bi şev gelek stranên li ser berxwedana gerîla û xiyaneta Kurdan tên gotin. Bi sloganên ‘Bimire xiyanet, bijî berxwedana gerîla’ bang li kesên hember tê kirin.

Dengbêjên li cihê çalakiyê jî bang li PDK’ê kirin: “Me digot bila di navbera me de ev şer tinebe, lê mixabin çêbû. Bila şehîdên me bidin me, bila têkiliya me xerab nebe. Bi dengekî bilind em bang li wan dikin, lê PDK û malbata Barzanî guh nadin me. Divê em dev ji şerê birakujiyê berdin û li hemberî dijmin bibin yek. Dem dema yekîtî û serfiraziya li hemberî dijmin e.”

PDK’ê Dayikên Aştiyê jî asteng kirin

26 Dayikên Aştiyê yên ji Herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî, xwestibûn biçin Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê. Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kiribû. Dayikan gotibû, çi dibe bila bibe ew ê cenazeyan wergirin û dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê yên herêmê, piştî ku çalakiyê dest pê kir, PDK ji vê çalakiyê aciz bû û xebatkarên îstîxbarata Tirk li ser sînor bi cih kirin.

Berê jî derketibû holê ku li Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê tiliya MÎT’ê heye. Hêzên PDK’ê ji bo kesên dixwazin ji Rojava biçin Başûrê Kurdistanê bi navê forma derbasbûnê, forma îstîxbaratê dide dagirtin û li vê derê xebatkarên MÎT’ê xelkê didin ber pirsan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.