Nobeta dijî qeyûm li Stenbolê didome

Şemî 6 Tîrmeh 2024 - 00:49

Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li dijî rejîma talan û dagirkeriya qeyûmê ku avêtine Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 27’emîn de berdewam kir.

Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 27’emîn de berdewam dike. Di nobetê de çalakgeran tîşortên “Qeyûm bicehime” li xwe hatin kirin û pankartên “Taksîm, Colemêrg ya me ye, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicehime” hatin vekirin. Di çalakiya nobetê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Her cih Colemêrg her cih berxwedan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Qeyûm wê biçe em ê li bimînin” hatin berzkirin.

Berxwedana dijî qeyûm domdar e

Di çalakiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Bakirkoyê Abdulkadir Akdogan axivî û anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên desteserkirinê yên desthilatê heta dawiyê li ber xwe bidin. Akdogan diyar kir ku yên îro şaredariyên Kurdistanê deseser dikin, wê sibe şaredariyên her cihî desteser bikin û got: “Lê tiştek hatiye jibîrkirin, gelê Kurd timî wê xwedî li vîna xwe derkeve.”

Wê li gel doza Kurd bin

Endamê ESP’ê Erol Tûnç jî axivî û got: “Em ê li dijî hemû zextên faşîzmê bi hevre li ber xwe bidin. Me rûhê berxwedanê ji Mazlûm, Hayrî û Kemalan girtiye. Em ê heta dawiyê ligel doza azadiyê ya gelê Kurd bin.”

Serokê Komeleyên Çewlîg û Dersimê Ozgur Karakoç jî axivî û got ku têkoşîna hevpar wê bi serbikeve.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.