• Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Strasbourg ê Fransayê di hefteya xwe ya 503’an de bi komekî nû dewam kir.

Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Strasbourg ê Fransayê di hefteya xwe ya 503’an de bi komekî nû dewam kir.

Nobeta ku Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî di 25’ê Hezîrana 2012’an de li Strasbourgê da destpêkirin va ye 503 hefteyan li pey xwe dihêke. Di hefteya 503’yan de komeke ji bajarê Elmanayayê Heilbronnê nobet girt.

Di koma nû de Şefket Çelîk, Bozan Omerlî û Revşan Bagok cih girtin.

Li ser navê komê Şefket Çelîk got, Rêber Abdullah Ocalan beriya bi 23 salan bi komployeke navneteweyî dîl hatiye girtin û wiha peyivî, “Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, ev nobet wê bidome.”

Çalakiya nobetê ya ku 10 sal in li Strasboûrgê dewam dike, hefteyê 7 rojan di navbera saet 07:30-16.30’an de didome.

STRASBOURG