Nobedarên vê hefteyê ji Bonnê ne

Pêncşem 20 Hezîran 2024 - 00:32

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bi dawîbûna Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê, di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê “Nobeta Azadiyê” hate destpêkirin. Nobet di hefteya 625’an de dewam dike.

Kurdên li Ewropayê û dostên wan, her hefte çalakiyê didomînin. Di hefteya nû de, koma ji bajarê Bonn ê Elmanyayê nobet dewr girtin. Kom ji endamên Navenda Civaka Kurd a Demokatîk a Bonn’ê pêk tê. Rojîn Şîmşek, Egît Wasfî, Pîran Efrîn û Cavîd Rojhilat di nava koma nû de cih digirin.

Ev çalakî sûcên dewleta Tirk ên ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd pêk tîne, teşhîr dikin. Bi vî rengî ev weke çalakiya herî demdirêj a ku gelê Kurd û dostên wê li Ewropayê didomînin, derbasî dîrokê bû. Di 25’ê Hezîranê de wê 12 salên çalakiyê temam bibin. Li ser navê koma nû, axaftin hate kiri û hate gotin:“Azadiya Rêberê me, mîsogeriya azadiya me ye. Heta ku Rêbertiya me azad dibe, divê ciwanên Kurd dest ji têkoşînê bernedin.” Her wiha ji bo xwedî derketina çalakiyê û mezinkirina têkoşînê, bang hate kirin.

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.