• Nobedarên çalakiya ‘Azadî ji Ocalan re’ a li Strasbourgê vê hefteyê hunermendên TEV-ÇAND’ê ne.

Nobedarên çalakiya ‘Azadî ji Ocalan re’ a li Strasbourgê vê hefteyê hunermendên TEV-ÇAND’ê ne.

Her hefte komek ji Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê nobedê digirin. Nobedarên vê hefteyê jî hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Seyîdxan, şanoger Emele, Tûncer Yalinkiliç û Semyan Adar e.

Şanoger Emele bi navê komê axivî û got, ”Di şexsê Rêber Ocalan de tecrîd li gelê me tê ferzkirin, em vê tecrîdê şermezar dikin. Divê CPT biçe Îmraliyê û daxuyaniyê bide gelê Kurd.

Li dora Rêber Apo bicivin

Bi navê hunermendan em bang li gelê xwe dikin ku li dora Rêberê me bicive. Heta ku tecrîda li ser Rêberê me neyê bidawîkirin û neyê azadkirin, komkujiyên li ser gelê Kurd wê bi dawî nebin. Gelê me divê li her cihî berê xwe bidin çeperên berxwedanê.” 

Kete hefteya 487’an

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ kete hefteya 487’an ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012‘an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kiribû.

STRASBOURG