- 'Nobeta Azadiyê' ya li Strasbourgê di hefteya 495'an de bi nobetdarên ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Baselê dewam dike.
'Nobeta Azadiyê' ya li Strasbourgê di hefteya 495'an de bi nobetdarên ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Baselê dewam dike.
Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re 25'ê Hezîrana 2012'an 'Nobeta Azadiyê' da destpêkirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û nobet ev 10 sal in dewam dike.
Nobetdarên vê hefteyê yên ji NCDK a Baselê, Mehmet Taş, Selman Orge û Mazlûm Kocakaya ne.
Berdevkê komê Mehmet Taş got, di Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de gel û dostên Kurdan dadikevin meydanan, daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin.
Mehmet Taş anî ziman ku gelê Kurd bi rêya çalakiya nobetê bang li Ewrûpayê dike da ku destûra xwe ya bingehîn a ku xwe dispêre mafên mirovan û demokrasiyê, bi cih bîne û zextê li Tirkiyeyê bike da ku li gorî qanûnan tevbigere.
Mehmet Taş got, "Bi rêya vê çalakiya xwe, em siyaseta durû ya Ewrûpayê li rûyê wan dixin. Heta ku Rêberê me azad nebe, em gelê Kurd azad nabin".
STRASBOURG