Nobed di hefteya 651'ê de ye

În 13 Kanûn 2024 - 02:30

Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê lidarxistin di hefteya 651'ê de ye.

Çalakgerên vê hefteyê 3 welatparêzên bi navê; Hanîfî Keklîk, Denîz Erkilinç û Asmîn Sila Ozkaytan e. Berdevkê komê Hanîfî Keklîk daxuyaniyek da û got:"Em zanin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me Parlamenta Ewropa û CPT wezîfeya xwe bi cih naynin. Weke gelê Kurd em li Ewropayê û hemû herêmên Kurdistanê balê dikişînin ser vê mijarê. Em hişyariyê didin dewleta Tirk; gelê Kurd ê ku sed sal in hûn wan qir dikin, qetil dikin ti carî serî netewandiye, wê serî netewîne."

Çalakgeran her wiha bang li Parlamenta Ewropayê, Konseya Ewropayê kirin, bal kişandin ser komkujiya li Rojava û gotin:"Gef li jiyana bi hev re ya gelê Kurd, Ermen û Xiristiyan tê xwarin. Li ber çavên mirovan komkujî tê kirin."

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.