Çivîkên Kardînal ên Bakur yan jî bi navê xwe yê amî, Çûkên Sor (Red Bird) li Bakurê Emerîkayê belav in. Çavdêrekî çivîkan ê bi navê Jamie Hill li Pennsylvaniayê 20´ê Sibatê wêneyê çivîkekî ji vî cûreyî girt. Lê ev çivîk ne hema Çûkekî Sor bû. Ew Çivîkek ji Kardînalên Bakur bû ku nîvnêr û nîvmê bû. 

Jamie Hill ê 69 salî ev 50 sal in çavdêriya çivîkan dike. Li keviyên bajarê Erie wî dît ku nîvê çivîkekî sor û nîvê din spî ye. Di rewşa normal de sor nêr in û spî mê ne. Ev çivîk nîvnêr û nîvmê bû.

NEW YORK