Nivîskarê ‘serdema tirsê’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 3 Hezîran 2023 - 05:11

  • Franz Kafka yek ji nivîskarên sedsala 20’an ê herî bi tesîr bû. Şêwaza nivîsandina wî ya romanan, karekter û her wiha dinyaya ku di çîrok û pirtûkên xwe de ava dikir, kirin ku li ser navê wî peyva “kafkaesk” peyda bibe. Ev peyv peyveke wiha ye ku di heman demê de xewnereşkên insanên sedsala 20’an jî tîne ziman.

Çi tiştekî ecêb e, mirov roman û çîrokên herî baş ên li dinyayê binivîse û qet xema popûlîzmê bi mirov re tine be. Mirov di wêjeya dinyayê de ziman û şêwazeke nû ya tesîrker ava bike, lê ev yek qet ne xema mirov be. Mirov vî karî tenê weke “dia”yekê ji xwe re binirxîne û bi vî awayî li ser nivîsandinê biponije û binivîse. Em behsa Kafka dikin, belê ew nivîskarê ku bi şev û rojan, nexasim jî bi şevan, weke karkerekî jêhatî xebitî ji bo wêjeyê û her nivîsand. Weke ku Albert Camus jî ji bo wî dibêje, ew nivîskarê “Serdema Tirsê” yanî yek ji nivîskarên herî jêhatî û afirîner ê sedsala 20’an e. Camus ji bo nivîsên Kafka digot; “Heta ku ‘serdema tirsê’ bi dawî nebe, dê nivîsên wî her rojane bimînin û werin xwendin.” Dema mirov li dinyaya îro û li halê mirovahiyê dihizire, wisa dixuye ku ev serdem dê hîna gelekî dewam bike û ti carî dawî lê neyê.

Ev mefhûma “Serdema Tirsê” bêguman îşaret dike bi neçariya mirovahiyê ya li hember kapîtalîzmê ya ku ruhê insanan pûç dike. Yanî ne mefhûmeke ji rêzê ye û belesebep nehatiye gotin. Kafka di romanên xwe de karakterên welê teswîr dike yên ku di vê “Serdema Tirsê” de tiştên tewş û ecêb dihatin serê wan. Çawa ku karakterê wî yê bi navê Gregor Samsa şeveqekê radibe û dibe kêzikek! Kafka, biyanîbûn, tenêtî û her wiha têkiliya qutbûyî ya insanên sedsala 20’an, bi saya karakterên xwe şirove dikir. Heta wî bi karakter û dinyaya ku di romanên xwe de ava dikir, disêwirand, peyveke nû jî peyda kir. A rast ev peyv jî ne wî peyda kir, lê ji ber wêjeya wî ewqasî bi tesîr bû, rexnegirên wêjeyê peyva “kafkaesk” çêkirin. Ev peyv îro di gelek warên hunerî de tê bikaranîn û ruhê wê “Serdema Tirsê” ya ku Camus behsa wê dikir û Kafka jî nivîsand, vedibêje.

 

Xewnereşka daweya Joseph K. 

Kafka di pirtûkên xwe de zext û zora dewletê, rizîbûn û çerxa lewitî ya burokrasiyê, xerabiyên civakî û bêçarebûna insanan a li hember saziyan rave dikir. Wî tirs û gumanên insanan ên li hember van saziyan hemûyan pirr baş şirove dikirin. Jixwe, peyva “kafkaesk” jî tirs û tengaviya insanên sedsala 20’an tîne ziman. Ew insanên ku burokrasî wan piçûk dixîne û hebûna wan qebûl nake. Eynî weke Joseph K. yê ku di romana “Dawe” de bi pey edaletê dikeve, lê nikare bibîne û bêçare dimîne. Ji lewma edalet û dadgehên ku ew dikeve pey wan, çilvirî bûne! Ew nizane qanûn çi ne, jixwe ew qanûnan nas bike jî dê fêm neke! Yanî ew dadgehên mezin û dozgerên ku li pişt dîwaran veşartî ne û ti carî nayên dîtin, Joseph K. bêhtir “dîn” û “gêj” dikin. Yanî divê Joseph K. beriya her tiştî qebûl bike ku ew kesekî sûcdar e, tenê bi vî awayî derî wê lê vebin û ew ê xwe bigihîne hin kesan. Lê divê li xwe mikur were ku wî sûcek kiriye, heger nekiribe jî divê qebûl bike. Jixwe, mesele hemû jî ev e; lê Joseph K. qebûl nake ku wî sûcek kiriye! Dîsa jî di dawiyê de diçer ber destê celad. Babetên romanên Kafka, xwendevanan di gerînekekê de dibin û tînin. Xewnereşkên ku karakterên wî dibînin, di jiyana rasteqîn de jî hebûn. Yanî rewşên kafkaeskî di sedsala 20’an de pir diqewimîn. 

 

‘Hemû berhemên min bişewitîne’

Piştî nivîsandina bi sedan çîrok û çend romanên baş, mirov ji hevalên xwe yê herî nêz tika bike û jê re bibêje, “Birêz Max, xwesteka min a dawî; hemû tiştên ku min li pey xwe hiştine, rojnivîsk, roman, çîrok, name (yên min û yên ji min re hatine) û gelale… bêyî ku hûn wan bixwînin, her tiştî bişewitînin.” Kafka, beriya ku bimire ji hevalê xwe Max Brod xwestibû ku pirtûkên wî yên çap bûne û her wiha yên çap nebûne hemûyan bişewitîne. Kafka gelek roman û çîrok nivîsandibûn, lê ev berhemên wî nîvco mabûn û nehatibûn temamkirin. Ji xeynî hin nivîsên wî yên ku di rojnameyan de hatibûn weşandin û yek du romanan, wî di saxiya xwe de pirtûk çap nekiribûn. Hevalê wî Max Brod bi ya Kafka nake û di navbera salên 1925 û 1935’an de roman û hin xebatên wî yên din çap dike. Bi vî awayî pirtûkên Kafka bêhtir tên naskirinê û xelk hay ji pirtûken wî çêdibe. Li gorî ku Max Brod dide zanîn, Kafka, romanên xwe bi awayekî kronolojîk nedinivîsandin. Wî carna ji nîvî û carna jî ji dawiyê dest bi nivîsandina romanên xwe dikir. Vê yekê jî kiriye ku demeke dirêj bi pirtûkên wî re mijûl bibe da ku ji hev derxe û hazir bike.

 

Nivîsên xwe ‘tirsnak’ dîtibûn

Franz Kafka beriya ku vê tiştê ji hevalê xwe bixwaze jî dîsa hin nivîsên xwe “tirsnak” bi nav kiribûn û tevî evîndara xwe ya dawî Dora Diamant, li Berlînê ew şewitandibûn. Lê Dora Diamant gelek rojnivîsk û nameyên wî bêyî xebara wî veşartin û neşewitandin. Di sala 1933’yan de Gestapo dest datîne ser van berhemên wî û kes nizane çi bi serê van berhemên wî hatiye. Hin lêkoler û wêjevanên ku li ser nivîsên Kafka dixebitin, hîna jî li van berhemên wî digerin. 

 

Berhemên xwe bi Elmanî nivîsandin

Kafka ji bilî hin nameyên xwe hemû nivîsên xwe bi Elmanî nivîsandibû. Wî bi zimanê Elmanî di wêjeya cîhanê de şêwazeke nû ya resen ava kir. Ew li Praga Çekyayê hatibû dinyayê. Ji malbateke cihû bû. Malbata wî jî bi Elmanî diaxivî. Kafka perwerdeya hiqûqê wergirtibû û piştî mezûn bû, di karekî sîgortayê de xebitî. Di vî karî de ji bo nivîsandinê wext gelek bû, bi roj dixebitî û bi şev jî dinivîsand. Kafka di jiyana xwe de qet nezewicî. Ji ber ku di warê têkiliyan de hinekî sist bû û zû bi zû nikaribû bi insanan re têkilî deyne, gelek caran wî name tercîh kirin û bi riya nameyan bi malbat û hevalên xwe re têkilî çêkirin. Gelek nameyên ku nivîsandine hene, lê di nav van nameyan de nameyên “Ji Mîlene re” belkî yên herî navdar in ku bi gelek zimanan hatine wergerandin û weke pirtûk çap bûne.

 

Şêwazeke cuda ya roman nivîsandinê

Franza Kafka ji ber nexweşiya wêremê (jana zirav) di 3’ê Hezîrana sala 1924’an de ji vê dinyaya “kafkaesk”î bar dike. Piştî mirina wî, berhemên ku li pey xwe hiştibûn tesîr li gelek nivîskar, rexnegir, hunermend û her wiha fîlozofî kiribû. Gelek kesan derbarê berhemên wî de nirxandin kirine, nivîsandine lê nirxandina Gabriel Garcia Marquez ya “Pirtûka wî ya ‘Guherîn’ nîşanî min da ku mirov dikare bi şêwazên cuda jî romanan binivîse” hêza wêjeya wî baştir nîşan dide. 

 

 

Li ber deriyê edalet û qanûnan

 

“Li ber deriye qanûnan dergevanek disekine. Rojek ji rojan mêrikek ji gund tê gel dergevan. Ev mirov dixwaze di derî re bibihure, lê dergevan destûrê nade. Mêrik dipirse, ‘gelo ez dikarim paşê derbas bibim?’. Dergevan lê vedigerîne û dibêje, ‘Belkî’. Mêrik di neqeba derî re li hundir dinihêre, ‘ma divê deriyê qanûnan li her kesî ne vekirî bin?’. Dergevan, ‘heta ez destûr nedim, tu nikarî bikevî hundir!..’.  ‘Ez pirr bi hêz im, lê dîsa jî di nav dergevanan de yê herî piçûk im. Di hundir de deriyên din hene, li ber her deriyî dergevanên dîtir hene… her dergevanek ji yê pêşiya xwe bi hêztir e.’ Bi destûra dergevan mêrik li wir rûdinê û dest bi libendemayînê dike. Gelek sal derbas dibin, mêrik bi hêviya ku dergevan bixapîne her tişta xwe yek bi yek dide dergevan. Dergevan, ‘ez van tiştan ji te digirim tenê ji bo tu poşman nebî û paşê nebêjî ‘xwezî min ev yek jî bikira’. Ev mêrik salên dûr û dirêj çavdêriya vî dergevanî dike, di dawiyê de kêça li ser bêra dergevan jî nas dike û gava extiyar dibe, dişibe zarokan ji bo dergevan qaneh bike, bertîlê dide wê kêçê jî. Gava ku ji extiyarî çavên wî êdî nabînin, li ber deriyê qanûnê çirûskekê dibîne. Şewqa vê çirûskê ronahiya xwe dide derve jî. Beriya ku mêrik bimire, jiyana wî hemû vediguhere pirsekê, pirseke ku wî berê qet nepirsîbû. Dergevan, ‘tu çiqas yekî bêteşe yî, dîsa tu çi dixwazî?’. Mêrik pirsa xwe dike, ‘Mirov hemû dixwazin di deriyê qanûnê re derbas bibin. Heger wisa ye, çima ji xeynî min kesî nexwest ji vî deriyî derbas bibe?’. Ji ber ku mêrik extiyar bûye êdî guhê wî nabihîze, dergevan bi qîrîn dibêje, ‘ji xeynî te ti kes nikaribû ji vî deriyî derbas bibe, lewma ev derî tenê ji bo te bû… de ka ez herim wî deriyî asê bikim!..’”

* Anektodeke piçûk ji pirtûka “Dawe” ya Franz Kafka.                                                                                                    

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.