Bernameya meha Çile ya Wêjegeh Amedê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Çile 2024 - 03:40

Bernameya Wêjegeh Amedê ya Çileyê ya 2024’an diyar bû. Di bernameya destpêkê de wê Bedriye Topaç bibe mêvan. Topaça ku bi zazakî çîrok û helbestan dinivîse, wê di bernameya xwe de behsa pirtûka xwe ya dawî. Bername wê di 17’yê Çile de, saet di 18:30’an de pêk bê. 

Bernameya duyem a Wêjegeh Amedê bi mêvandariya Mihemed Şarmanî wê li dar bikeve. Piştî pirtûkên wî yên çîrok û romanên bi Kurdî, ji Weşanên Everestê pirtûkeke wî ya bi Tirkî ya bi navê “Çimkî Bav Dimirin” derket. Bername ew ê di 19’ê Çile, saet di 18:30’an de pêk bê.

Abdullah Aren Çelik, leqayîhevbûna Evdalê Zeynikê û Dadaloglu ya di qada şer de xistiye navenda romana xwe ya dawî. Çelik wê roja 21’ê Çile, piştî nîvro saet di 16:00’an de bibe mêvanê Wêjegeh Amedê.

Mêvanekî din ê Wêjegeh Amedê nivîskar, helbestkar û hêçanenivîsê ûkraynayî Andriy Lyubka ye. Ew yek ji nivîskarên antolojîya bi navê Gihîştinê ye. Wê 25’ê Çile saet di 16:30’an de li Wêjegeh Amedê behsa nivîskarî û helbestkariya xwe û ya Ukraynayê bike. 

Bernameya dawî ya meha Çile wê bi beşdariya weşanger û helbestvan Mem Bawerî pêk bê. Ew ê jî di 31’ê mehê de saet di 18:30’an de, li Wêjegeh Amedê behsa bîst saliya helbestkariya xwe bike. Moderatora bernameyê Roza Metîna ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.