Nivîskarê Kurd, Abdurrahman Onen pêr ji ber nexweşiya penceşêrê di 65 saliya xwe de li Stenbolê li nexweşxaneyê wefat kir.
Onen beriya bi salekê bi nexweşiya penceşêrê ketibû û li nexweşxaneya Istinyeyê dihat dermankirin.
Abdurrahman Onen mamosteyê Erdnîgariyê bû û li ser erdnîgariya Kurdistanê gelek berhem dane:
-Erdnîgarîya Kurdistanê I: Agirî
- Erdnîgarîya Kurdistanê II: Wan
Pirtûkên wî yên li ser erdnîgarîya Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne. Abdurrahman Onen sala 2008´an jî Ferhenga Erdnîgariyê derxistibû.
Abdurrahman Onen ji navçeya Mêrdînê, Dêrika Çîyayê Mazî ye. Beriya pê bihise ku bi penceşêrê ketiye, ew li Swêdê bûbû penaber. Beriya çend mehan piştî ku pê hisiya nexweş e, vegeriyabû Stenbolê.
NAVENDA NÛÇEYAN