Nivîskar Paul Auster ji vê dinyayê koç kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Gulan 2024 - 00:15

Nivîskar û senarîstê Emerîkî Paul Auster ku ev demek bû ji ber pişikê dihat dermankirin di 77 saliya xwe de mir. Hevalê wî Jacki Lyden ragihand ku li mala xwe ya li Brooklynê miriye. Romana wî ya bi navê “Baumgartner” di sala 2023’an de derketibû.

Auster di sala 1947'an de hatiye dinê. Di 12 saliya xwe de pirtûkên apê xwe xwendin û eleqe nîşanî wêjeyê da, ku wê demê apê wî wergerêkî baş bû. Wî li Zanîngeha Colombia Beşa Wêjeyê ya Fransiz, Îngiliz û Îtalî xwend. 

Li ser mirina bavê xwe di sala 1982'yan de pirtûka bîranîna "Îcada Tenêtiyê" nivîsand.
Li gor New York Timesê romana wî ya pêşî “City of Glass” ji aliyê 17 weşanxaneyan ve hat redkirin, lê weşanxaneyeke piçûk ew çap kir û bi vî awayî Auster di warê wêjeyê de hate naskirin. Di nav berhemên wî yên girîn de “Moon Palace”, “The Book of Illusions” û “The Brooklyn Follies” hene. Ew bi romana xwe "4321" di sala 2017'an de ket nava lîsteya kurt a Xelata Man Booker lê xelat negirt.

Ji nav pirtûkên wî yên zêde têna nasîn jî "Sêbareya New Yorkê" ne. Wî di jiyana xwe de 34 pirtûk derxistibû. Li aliyê din senaryoyên wî yên wekî "Smoke", "Lulu Li Ser Pir" e jî bûbûn film.

Di sala 2012'yan de gotibû, "Tirkiyeyê gelek rojnameger girtine" û helwêsta xwe ya di vî warî de jî eşkere kiribû. Ji ber van sedeman nehatibû Tirkiyeyê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.