Şandeya danûstandinan ya Herêma Kurdistanê ya ku diçe Bexda, bi serokatiya cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî, li parlamenê bi Desteya serokatiya parlamentoyê, serokên fraksiyonan, endamên lijneya yasayî, darayî û çavkaniyên xwezayî re civiya.

Piştî civînê serokê fraksiyona Nifşê Nû, Kazim Farûq daxuyaniyek da çapemeniyê. Kazim Farûq got, şandeya Herêmê ji wan re gotiye; “Me tiştek li Bexdayê nekir û li ser tiştekî jî lihevkirin çênebûye.”
Kazim Farûq di dewamê de got, “Hikûmeta Herêmê ji dahata nefta sala 2019’an 8 tirîlyon û nîv dînar bi dest xistine. Lê nîvê vî pereyî ne diyar e û kes nizane çi bi wî pereyî hatiye.”

ROJNEWS/HEWLÊR