Niştimanperwer û mirovhez bû

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 03:20

Rojnamevan Hêmin Hesen ku nêzî salekê bi Rojnamevan Şehîd Azîz Koyluoglu re kar kir, li ser têkoşîn û kesayeta wî axivî.

Hesen qala şêwaz û çawaniya nasîna xwe ya li gel Şehîd Rojnamevan Azîz Koyluoglu kir û got:“Her di kêliya nasînê de pir ji bo min balkêş hat. Bi taybet nirxandinên wî yên li ser Kurdan û guherînên li Rojhilata Navîn rû didin û bandora wê ya li ser Kurdan ya li çar parçeyan û mayîna Kurdan a weke netew, bala min kişand ser xwe. Hezkirina wî ya ji bo çar parçeyên Kurdistanê û Kurdan ewqasî mezin bû, pir jê ecêbmayî bûm. Wisa li min kir ku pêşbîniyên min ên ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bê guherîn û xebat û têkoşîn ji bo çer çar parçeyên Kurdistanê bikim. Kurdperwer û niştimanperwereke bi hêz bû. Mirov hez bû. Me ne tenê di ware rojnamevanî de sûd jê girt, heman demê di jiyana civakî de jî me sûd jê digirt.”

Bi destê xiyanetê pêk hat

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya xeta xiyanetê û bi taybet rojnamevanan dikin hedef Rojnamevan Kemal Reûf jî wiha got:“Eger destê xiyanetê nebe, dewleta Tirkiye nikare ji dûr ve bi hezaran kêlometre rojnamevana bike hedef. Li aliyê din ji ber ku saziyên çapemeniyê yên serbixwe û welatparêz rastiyan nîşanî gel dikin, ji bo wê ye Tirkiye wan dikin hedef.”

Rojnamevan Kemal Reûf diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker berê xwe bihêz nîşan dida, niha lewaz bûye û dixwaze xwe biparêze û got:“Ev cûre parastina dike, pir faşîzane û dîktatoriye.”

Em ê hertim li ser şopa wî bin

Rojnamevanê Êzidî Argeş Şengalî ku bi hevalê Azîz Koyluoglu re maye, diyar kir ewê weke şagirtên wî heya dawiyê xwedî li bîranîna wî derbikevin û wiha behs kir: “Ew mîna derwêşek kar kir. Aramiya wî dilê mirov germ dikir.” Argeş Şengalî diyar kir ewê weke timî li ser şopa şehîdên ragihandina azad û hevalê Azîz bin û got:“Emê tu carî hevalê xwe ji bîr nekin. Ew karê wan yê nîvî de mayî, emê temam bikin. Emê bibin şopdarê pênûs û xeta wan. Berdêl çi dibe bila bibe, êriş çi dibin bila bibin emê ji rêya rastiyê venegerin, emê li pey eşkerekirina rastiyê biçin, bê dudilî li ser xeta şehîdan bimeşin. Dibêjim, şehîd namirin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.