Li Antartîkayê qeşayeke bi mezinahiya xwe bi qasî Nisêbînê ji çiyayê qeşayî qut bû.
Ji mêj ve bû ku lêkolerên Ingilîz diyar dikirin ku rûdaneke wiha wê bibe û fikarên xwe dianîn ziman. Qaşeya ku ji çiyayê qeşayê qut bûyî, li nêzî stasyona lêkolê ya Ingilîz pêk hat. Mezinahiya wê hezar û 270 kîlometreyên bi çarçik, mezin e.
Hate diyarkirin ti ziyan negihaye ti mirovî, ji ber ku stasyona Ingilîz Hallev VI 30 kîlometroyan dûrî cihê rûdanê bûye. Li gorî daxuyaniya BAS'ê (British Antarctic Survey) ku saziya lêkolê ya cemseran e, 12 xebatkarên stasyonê Sibatê bi balafirê ji wir hatine derxistin.
Midûrê BAS'ê Jane Francis got, ''Ekîbên me ji mêj ve hazir bûn ku çiyayê qeşayî ji plaftoma qeşayê ya Brûntê qut bibe.''
Tê gotin mehên pêş dibe ku qeşaya ku felq bûyî dûr bikeve yan jî li bejahiyekê bixe, yan jî li derdorê bimîne.
NAVENDA NÛÇEYAN