Nisêbîn bi HDP’ê serbilind e
Sêşem 20 Îlon 2022 - 22:24
- Heyeteke HDP´ê ya ku dinnavê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan hebû çû navçeya Mêrdînê Nisêbînê.
Heyeteke HDP´ê ya ku dinnavê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan hebû çû navçeya Mêrdînê Nisêbînê. Heyetê li halê dikandaran pirsî. Di heyeta HDP´ê de Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, Hevşaredarên Mêrdînê yên ku qeyûm şûna wan dagir kir, Ahmet Turk û Figen Altindag, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Parlamenterê HDP’ê yê a Şirnexê Hasan Ozguneş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP'ê û HDP'ê yên Mêrdînê hebûn. Ew çûn serdana dikandarên Nisêbînê û li wan li halê dikandaran pirsî.
Di mexazeyeke kozmetîkê de xebatkarekê ji rewşa aboriyê gazin kirin. Pervîn Buldan û Ebrû Gunay jî got, “Wexta ku em di hilbijartinê de vê desthilatdariyê bişînin her tişt dê sererast bibe.” Di dema serdanê de kesekî li Parka Aştiyê got, “Hûn her tim me temsîl bikin, em bi we re ne.” Dikandarekî din jî ji heyetê re got, gelê Nisêbînê bi wan serbilind e.
Komeke qerebalix a Nisêbîniyan jî bi heyetê re geriya û timî dirûşma “Nisêbîn bi we serbilind e” got.
MÊRDÎN