Nîsanê dewleta Tirk 2 sivîl şehîd kirin
În 6 Gulan 2022 - 22:36
- QSD`ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di Nîsanê de eşkere kir.
QSD`ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di Nîsanê de eşkere kir. QSD`ê diyar kir ku ev sûc û destdirêjî, armancên qirêj ên dagirkeriya Tirk radixin pêş çavan ku hewl didin xelkê neçarî koçberiyê bikin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) doh bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Nîsanê de eşkere kir.
Navendê got, ji bilî êrişên yekser, "Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê dest bi propagandayê kir û îdîa kir gelek windahiyên di nava refên me yên leşkerî de çêbûne û gelek nûçeyên derew belav kirin. Li kêleka wê jî dewleta Tirk hemû pêkhateyên herêmê û kêmneteweyên wê kirin hedef nexasim gundên asûriyan, koçberên Efrînê yên li Şehba, Eyn Îsa, gundên Girê Spî û Minbicê."
QSD´ê got, dewleta Tirk binesaziya sivîl jî kiriye armanc û dixwaze ku xelkê deverê koçber bike.
Li gorî daxuyaniya QSD´ê êrişê dewleta Tirk ên mehekê û encamên wê wiha ne:
596 êrişên bejahî yên bi top, tank û obîsan
13 êrişên bi balafirên bê mirov yên bi çek
2 êrişên bi balafirên bê mirov yên xwekuj
3 êrişên bi moşekan
19 êrişên şekvaniyê
122 êrişên din bi doçka, êrişeke bi çeka BKC
Miqdara taqemeniya ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên li dijî malên welatiyan û zeviyên wan de bi kar anîye:
23 ton
Zerar li 36 malan bû
Zerar li 3 saziyan (ên kehrebe, dibistan û saziya avê) bû
2 sivîl şehîd bûn
5 şervan şehîd bûn
23 welatî birîndar bûn
QSD´ê xwest ku hêzên garantor gavên pratîk biavêjin, zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku komkujiyên dîtir pêk neîne û dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê bi dawî bike.
NAVENDA NÛÇEYAN