Nikarin xwe li ber gerîla rabigirin

Çarşem 17 Çile 2024 - 00:48

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û operasyonên şoreşgerî yên hêzên HPG'ê yên li dijî artêşa Tirk nirxand. Hêlîn Umît anî ziman ku ya rojeva Tirkiyeyê diyar dike, şer e û got:"Navenda me ya parastina gel, yanî fermandarên me di vê mijarê de hişyariyên girîng dan. Gotin, neyên. Ji xwe gelek caran ev yek gotin. Bêguman ev yek ne demagojî bû, ne tenê gotinek bû. Tu tê xaka Kurdistanê dagir dike. Gelo dagirkirin hêsan e? Tu hêzeke dagirkere li vê xakê. Gerîla zarokên vê xakê ne. Bi her bihostê zane, parastina warê xwe dike. Rastiya şer nîşanî civaka Tirkiyeyê nadin. Naxwazim li ser hejmaran zêde biaxivim. Dewleta Tirk ewqasî tengav bûye ku di meşandina şer de zehmetiyê dikişîne. Dixwazin li qada navneteweyî piştgiriyê werbigire."

PKK di her şertî de şer dike

Hêlîn Umît destnîşan kir ku di asta heyî ya şer de artêşa Tirk nikare li hemberî hêza lêdanê ya gerîla bisekine û got, "Niha ev hişyarî bi cih tê anîn. Artêşa Tirk nikare li hemberî vê yekê bisekine." Hêlîn Umît anî ziman ku dewleta Tirk a li qada navneteweyî xitimî ye, ji bo meşandina şer hêzê, piştgiriyê dixwaze û got:"Her wiha şer dike malzemeyek ji bo siyaseta navxweyî. Şer bi vî rengî di rojevê de dihêle û li hemberî pirsgirêkên aboriyê yên li Tirkiyeyê dibêjin, 'Şer heye, ji ber ku şer heye rewş bi vî rengî ye'." Hêlîn Umît destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP bi vî rengî dike ku civaka Tirkiyeyê dengê xwe neke. Hêlîn Umît got, "Hevalên me yên ku ev operasyona şoreşgerî pêk anîn silav dikim. Di nava vê berfê, zivistanê de bi îradeya xwe a şoreşgerî ya mezin dikin ku civaka Tirkiyeyê rastiya şer bibîne. Divê her kes bi vê zanibe, weke PKK û weke gel derfetên me hene ku vî şerî di nava her şert û mercî de bimeşînin. Ji ber ku em mafdar in."

Dewleta Tirk sûcên şer dike

Hêlîn Umît bal bire ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got:"Dewleta Tirk li Rojava li pêş çavên cîhanê sûcê şer dike. Eger cihekî bi navê Laheyê hebe, eger li wir dadgeheke şer hebe, divê bikeve nava liv û tevgerê. Efrîkaya Başûr li hemberî Îsraîlê serlêdan kir. Îsraîl niha parastina xwe dike. Rejîma Beşar Esad, rejîma Sûriyeyê eger hinekî ji welatê xwe hez dike, dikare li Laheyê dozê bide destpêkirin. Ev cografya bê xwedî nîne. Rojavayê Kurdistanê ya Kurdan e. Li vê derê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin, sûcê qirkirinê tê kirin, dixwazim vê bibêjim. Koçberkirina mirovan ji cih û warê xwe eger li Xezeyê sûcekî li dijî mirovahiyê be li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.