Li Başûrê Kurdistanê ji bo ku pirtûk, fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav nebin, PDK ketiye nava liv û tevgerê. PDK nahêle ti semîner jî li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan were dayîn, di asta siyasî de jî rê li aliyên siyasî digire. Derbarê mijarê de jinên rojnamevan û aktivîst axivîn.

Rojnamevan Şoxan Mîrza derbarê rêgiriya PDK´ê li fikr û belavkirina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan, dibêje, “Li Başûrê Kurdistanê siyaseteke wisa tê meşandin ku her tişta ku kesayeta Kurd ji zehmetiyan rizgar bike, tê astengkirin. Ev jî nirxên mirovahiyê nahêle, di cîhanê de niha hewldanek wiha heye û dixwazin mirov her bindest be. Her kesê ku Rêber Ocalan nas bike, dizane ku hemû jiyana xwe ji bo çi derbas kiriye, bi taybet niha Başûrê Kurdistanê ku niha dibin dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê de ye, ji bo azadî û çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstî bi fikr û ramanên Rêber Ocalan heye.”

Fikrên wî digihîjin ciwanan

Aktivîst Nizar Mihemed derbarê astengiyên destilata Hewlêrê ya li ber belavkirina fikr û ramana Rêber Ocalan got; “Rêber Ocalan wisa dike ku mirov mafên xwe yên bingehîn binase. Ji bo ku ciwan hişyar nebin, rê li belavbûna fikr û ramana Rêber Ocalan digirin. Çiqasî fikrên Rêber Ocalan asteng jî bikin, ew ê di dawiyê de bigihîjin ciwanan.”

NAVENDA NÛÇEYAN