• "Lêkirina dîwar hewldanek e ji bo bindestkirina Êzîdiyan, lê em ê dev ji mafên xwe yên jiyana azad bernedin.”

Yekitiya Jinên Êzîdî têkildarî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de daxuyaniyek da û got, "Lêkirina dîwar hewldanek e ji bo bindestkirina Êzîdiyan, lê em ê dev ji mafên xwe yên jiyana azad bernedin.”

Artêşa Iraqê di navbera Şengal û Rojava de dîwarekî lê dike. Li ser vê yekê Êzîdî nerazîbûna xwe nîşan dan. Yekitiya Jinên Êzîdî têkildarî mijarê got, "Em kiryarên hewldana têkbirina vîn û erdîgariya gelekî bi destên dijminê neteweyan û sûcdarên şaristaniya mirovahiyê, şermezar dikin.  Hêzan rasterast li pêşberî çavên cîhanê destek da DAIŞ'ê û îro pîlanên DAIŞ´ê bi lêkirina dîwar pêk tên.

Bila ew dijmin, çi li hundir çi li derve, bizane ku em ê şopdarên şehîdên xwe bin û tu carî ji mafên xwe yên jiyana azad tawîzan nedin."

ŞENGAL