Nikarin dengê azad bitepisînin

Şemî 11 Gulan 2024 - 00:53

Mamostayên Zanîngeha Helebce behsa azadiya raman û çapemeniyê li Herêma Kurdistanê kirin û li dijî zext û zordariya li ser dengên azadiyê û azadiya rojnamevaniyê hişyariyê dan.

Mamostayê Zanîngeha Helebce Rezwan Farûq got:“Desthilata Herêma Kurdistanê nikare dengê nerazî ku gendeliya wan eşkere dikin bitepisînin.” Rezwan Farûq da zanîn ku gel dengên nerazî yên li dijî desthilata Herêma Kurdistanê bi rêya medyayê dibînin, ku dengekî raste û berdewam ji alîyê hemû beşên civakê ve tê piştgirîkirin.

Herwiha Mamostayê Zanîngeha Helebce Omer Firad jî got:“Girtina mamoste, çalakvan û rojnamevanan nîşan dide ku ew çiqasî teng in.”  Mamostayê zanîngehê Serxêl Fetah jî dîtinên xwe wiha anîn ziman:“Di raporên navneteweyî de bi berdewamî behsa binpêkirinên desthilatdariyê yên li dijî rojnamevan û dengên azad tê kirin. Gotinên hikûmet, desthilata Herêama Kurdistanê yên di derbarê demokrasiye de bûne weke dirûşmeyan, tenê di gotin de ne û tiştek nehatiye kirin. Ew ê dengên azad di nav gelan de bimîne û qet kêm nabe. Bi girtinan re gel wê ji van partiyan dûr bikevin. Vê kabîneyê bi awayekî eşkere her tim azadiya ramanê red kiriye, bi taybetî li deverên PDK li serwer e ku yek ji wan jî herêma Behdînanê ye.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.