Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku desthilatê hesabê operasyona Garê nedaye û got: “Baweriya bi AKP’ê nemaye.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê Edalet” de piştî serdana xwe ya Partiya Kedê (EMEP), çû serdana Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP). Serdan li Rêxistina TÎP’ê ya Bajêr a Stenbolê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum û Dilşad Canbaz Kaya jî bi Bûldan re çûn serdana vê partiyê. Heyeta HDP’ê ji aliyê Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş û rêveberên partiye ve hat pêşwazîkirin.  

Di serdanê de destpekê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku wê hevdîtinên xwe yên ku bi rêxistinên sivîl û partiyên siyasî re dane destpêkirin wê bidomînin: “Beriya hilbijartineke pêkan em ê bi hemû beşan re bên gel hev û ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê li çareseriyê bigerin. Pêwistiya herkesî bi edaletê heye. Em dixwazin ku di vê mijarê beşên civakê hemû bi me re tevbigerin. Li Tirkiyeyê krîzeke kûr a aboriyê heye. Sedema vê krîzê polîtîkayên desthilatê yên veqetandina para mezin a budçeyê ya ji şer û alîgiran re ye. Heke çavkaniyên aborî ji aştî, demokrasi û azadiyan re bê veqetandin, li Tirkiyeyê krîzên siyasî û aborî wê çênebin." 

Di dewamê de Bûldan, bal bire ser operasyona Garê: “Bi şer û bombeyan pirsgirêk nayê çareserkirin. Kesên ji vê rêbazê bawer kirine nemane. Vê ferasete timî winda kiriye. Bi operasyona Garê re civakê nerazîbûneke mezin nîşanî AKP’ê da û bawerî pê nemaye. Em dizanin ku êdî nikarin welêt bi rê ve bibin. Bi vê hêrsê êrişî partiye me dikin. Çi dikin bila bikin bi hêsanî nikarin bi HDP’ê.”
 
EMEP'ê got HDP ne bi tenê ye

Piştî Bûldan, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî axivî û got, HDP ne bi tenê ye: “Her ku desthilat tengav dibe, gelê Kurd dike hedef û bi dijminahiyê HDP’ê bi tenê dihêle. Di destê wan de tenê zor maye û vê bi kar tînin. Kî têkoşîna azadî û demokrasiyê bike, ew dibe hedefa desthilatê. Divê karker, kedkar û jin hemû li dijî desthilatê yekîtiya xwe bi biryardarî pêk bînin û têbikoşin. Em dizanin ku ev hevdîtin wê bibe gaveke girîng.”

Piştî axaftina hevdîtin ji çapameniyê re girtî berdewam kir.

MA/STENBOL