• Lîder Polat li Stenbolê ji aliyê kesên ku xwe weke polîs didan naskirin hate revandin û 5 setan di hundirê wesayitê de êşkence lê hat kirin.

Lîder Polat li Stenbolê ji aliyê kesên ku xwe weke polîs didan naskirin hate revandin û 5 setan di hundirê wesayitê de êşkence lê hat kirin. Tevî êşkence û gefên lê hate xwarin got, "Ev lîstikên sivik nikare bi ciwanên Kurd."
Yek ji endamên Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lîder Polat, di 27'ê Cotmehê de li taxa Soganlik a navçeya Kartalê danê nîvro ji aliyê çare kesên ku xwe weke polîs dabûn naskirin hatibû revandin. Çend roj berê dîmenên dema revandinê hatin bidestxistin. Ji Kartalê heta Başakşehîrê di hundirê du wesayitên cuda de êşkence û tundiya psîkolojîk li Polat hate kirin. Polat ne kesê destpêkê ye ku hate revandin û êşkence lê hate kirin. Di nava 6 mehan de 5 kes bi vî rengî nava rojê hatin revandin, zexta sîxuriyê lê hatin kirin, ji ber ku qebûl nekirin li wan hate xistin û li ser rê hatin danîn.
 
Xebatên me wan aciz dikin

Polat qala êrişê kir û da zanîn ku çar kesan xwe avêtine serê û xistine nava erebeyê, gef lê xwarine çima di nava HDPê de dixebite û jê xwestine ji Stenbolê biçe û jê re gotine, 'Em ê nehêlin tu li vir bimîne, tu rehet nasekine, divê tu biçe gundê xwe'. Polat dibêje, Kincên wî hemû jê kirine. Sê saetan lê dane. Piştî pênc saetan wî li Başakşehîrê danîne ser rêyekê."
Polat dibêje, jê re gotine, 'Li qada daristanî bi hezaran kesên mîna te hene, em te li vir bikujin wê haya kesî jê çênebe'. Her wiha salên 1990'î bi bîr xistine û gotine, 'Dewletê erd daye me, dewlet li pişt me ye'. Henekê xwe jî pê kirine û gotine, 'Ji bîr neke, dema ku tu ji vir derket biçe ÎHD'ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Em ji bo vî karî pere distînin'."
Polat di dawiyê de anî ziman ku bi taybetî xebatên meclîsa wan a ciwanan li dijî fûhûş, dejenerekirin û asîmîlasyonê wan aciz dike, lewma hêzên dewletê bi ser wan de tê û got, "Xebatên me hêzên desthilatdariyê ditirsîne. Ji wan we ye ku di encama zorê de em ê xwe ve vekişînin. Bi rêxistinbûneke hîn xurtir ez û hevalên xwe em ê karên xwe bidomînin. Li vê cografyayê tirs zûde nemaye. Bi lîstikên wiha sivik nikarin bi ciwanên Kurd."
ANF/STENBOL