Li Silêmaniyê çalakiyek hunerî ji ya mûzîk û helbestan ji bo nivîskar û helbestvan Rehber Seîd Birayîm hat lidarxistin.
Li Silêmaniyê di pêşengtiya Komeleya Zam a Kurdistan û Navenda Çandê ya Sera çalakiyek ya helbestan ji bo nivîskar û helbestvan Rehber Seîd Birayîm hat lidarxistin ku gelek nivîskar, ronakbîr beşdar bûn.
Destpêka çalakiya hunerî, kurtejiyana Rehber Seîd Birayîm ji aliyê Mihemed Pakij hate xwendin û piştre nivîskar û helbestvan Rehber Seîd Birayîm axaftinek kir û got; “Ez gelek ji nivîsîna helbestan hez dikim. Min gelek helbest nivîsîne û 59 helbestên min ji aliyê hunermendan ve weke stran hatine gotin. Di naveroka her helbesteke min de çîrokeke rasteqîn heye. Lewra ez nikarim bê helbest bijîm.”
Di dawiyê de hunermend Bûrhan Mihemed derket ser dike û bi gotina çend stranan atmosfereke xweş bi beşdaran re çêkir.
ROJNEWS/SILÊMANÎ