Nikarîbû gerîla diçe daristanên çiyayan
Sêşem 24 Gulan 2022 - 22:30
- Piştî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, li Cûdî û Bestayê talankirina daristanan dewam dike.
Piştî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, li Cûdî û Bestayê talankirina daristanan dewam dike.
Li Şirnexê, piştî ku 10'ê Gulanê li gundên li quntara Çiyayê Cûdî ketin û derketin hate 'qedexekirin', operasyona leşkerî ya dagirkeriyê dest pê kir. Di heman demê de li herêmên Bênaviya û Nevavayê jî birrîna daran dest pê kir û hîn jî dewam dike. Cerdevanên ji bajarokên Sêgirkê û Hîlalê yên Qilabanê, li herêmên Besta û Cûdî daran dibirrin. Bi tonan darên hatine birîn bi kamyonan dibin derveyî bajêr û difiroşin.
Li Çiyayê Cûdî piştî şerê 30'ê Nîsanê ku artêşa Tirk têk çû û 8 leşker tê de hatin kuştin, 10'ê Gulanê ketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilêrît ên Şirnexê hatibû qedexekirin.
ŞIRNEX