- Li ser twittera Kurdî û medyaya civakî @iAmHaks beriya çendekê ceribandineke civakî ya online kir.
Li ser twittera Kurdî û medyaya civakî @iAmHaks di nava Kurdfan de fenomeneke. Wî beriya çendekê ceribandineke civakî ya online kir. Wî T-shirtekî alaya Kurdistanê li ser û navê kurdistanê li ser dinivîsî li xwe kir û kete odeyên çetê yên Tirk ên di bernameya Omegle de. Tevahiya kesên bi wan re rûbirû bû, jê re dan xeberan bêyî ku ti sedem hebe. Hinan jê re û ji tevahiya Kurdan re da dijûnan; hinan jê re got tu terorîst î, hinan got, ez ji te nefret dikim ji ber ku tu ji Kurdistanê yî, lê ji bîr nedikirin û li gotinên xwe zêde dikirin: "Kurdistan nîne". Yekî çawa ew dît, bi destê xwe gefa kuştinê lê xwar, yekî din dermanca xwe nîşan da û pesnê xwe bi dagirkeriya Efrînê da. Gelekan ji wan bêyî ku sedemek hebe, behsa Rêber Abdullah Ocalan kir, bi dijûnan gotin, "Kurd Ermenî ne, serokê we Ermenî ye".
@iAmHaks ji bo vê dibêje, pirsgirêkeke cidî ya Tirkan a nijadperestiya beramberî Kurdan heye. LONDON